Li bakurê Reqayê 4 kes bi mayînekê birîndar bûn

Li kampa Sehl El-Benet a bakur rojhilatê bajarê Reqayê mayînek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê teqiya. Di encamê de 4 kes birîndar bûn.

Li bakurê Reqayê 4 kes bi mayînekê birîndar bûn
15 nîsan, 2021   06:34
REQA

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn dane, teqîn vê sibehê pêk hat û di encamê de 2 ji wan zarok, 4 kes sivil birîndar bûn.

Kesên birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyeke Reqayê.

(cx)

ANHA