Çiya Kurd: Vekişîn qismî ye, lê îhtîmalên cuda jî hene

Bedran Çiya Kurd destnîşan kir ku vekişîna hêzên Rûsyayê bi vî rengî gelek caran çêdibin ku ev qismî û lokal in û got “Rûsya tu carî nade ber çavan ku bi temamî ji herêmê vekişe. Hewl dide hêzên xwe li herêmê zêdetir bike. Bi van nêzîkatiyan bi rêya şantaj û zextên wiha hewl dide tawîzan bigire.”

Çiya Kurd: Vekişîn qismî ye, lê îhtîmalên cuda jî hene
15 nîsan, 2021   00:37
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Di 13’ê vê mehê de yekîneyên Rûsyayê ji gelek nuqteyên herêma Şehbayê vekişiyan. Piştî vekişîna hêzên Rûs herêm ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ve hat topbarankirin. Li dijî êriş û nêzîkatiyên hêzên Rûsyayê gelê Şehbayê bi çalakiyên xwe helwesteke tund raber kir. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku nuqteyên ku ji aliyê hêzên Rûsyayê ve hatibûn valakirin, hêzên alîgirên Îranê lê bi cih bûne.

Duh di saetên nîvro de hêzên Rûsyayê dîsa vegeriyan nuqteyên li Şehbayê yên ku vala kiribûn. Ev tevgerên hêzên Rûsyayê ne cara yekem in,  gelek caran ji navçeya Eyn Îsa û Til Temirê jî bi heman şêwazê tev geriyan.

Têkildarî sekna Rûsan a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şantajên ku li ser herêmê tên kirin, helwesta gel û Rêveberiya Xweser û tekiliyên herêmê bi dewletên Ereban re cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd ji ANHA’yê re axivî.

Beriya 2 rojan hêzên Rûsyayê ji nuqteyên xwe yên li Şehbayê vekişiyan. Di serî de agahiya we ji vê bûyerê hebû? Hûn nêzîkatiyên hêzên Rûsyayê yên bi vî awayî çawa dinirxînin?

Me 14’ê Nîsanê ev agahî bihîst ku hêzên Rûsî ji gelek nuqteyên leşkerî vekişiyane û çûne nêzî bajarê Helebê. Em vê mijarê li gel Himeymîm û Moskova ji nêz de dişopînin ku sedem û armancên vê vekişînê çi ye, fêm bikin. 2 îhtîmalên girîng di vê mijarê de hene: Yek; an li gel dewleta Tirk li hev kirine, îtîfaqek heye di navbera wan de ku hinek gund û herêmên Şehbayê radestî çete û dewleta Tirk bikin. Her kes dizane ku demeke dirêj e ev nîqaş di navbera Tirkiye û Rûsyayê de tên kirin ku bazarek li ser herêmên Şehba û Til Rifetê heye û tê kirin. Ger tiştek wiha di navbera Rûsya û Tirkiyê de hebe dê ne li gorî xizmeta berjerwendiyên gelê Sûriyê, aramî û çareseriya Sûriyê be. Îtîfaqekeke wiha dê bi temamî bikeve xizmeta komên tundraw û dagirkeriyê. Dê bibe sedema koçberiya bi sed hazaran mirovan. Zêdetirî 250 hezar mirov di wê herêmê de dijîn, ji wan zêdetirî 100 hezar koçberên Efrînê ne. Ger careke din êrişek dubare çêbe dê karesateke mirovî çêbe. Divê her kes li ser vê baldar û hişyar be.

Ger lihevhatinek wiha di navbera Rûsya û Tirkiyê de çêbe, dê bibe qonaxeke nû. Di aloziya Sûriyê de aloziyên mirovî, peşketina şer di hundirê herêmê de dê her ku biçe gurtir û mezintir bibe. Wê demê dê rewş ji destê Rûsan derkeve. Tiştê ku dixwest bixe dest, dê wan jî ji dest bide. Di serî de dê ew jî winda bike. Yê ku sûdê jê bigire dewleta Tirk û çeteyên wê ne.

‘BI RÊYA ZEXT Û ŞANTAJAN TAWÎZAN DIXWAZIN’

Îhtîmala duyem jî Rûsya û berpirsyarên wan ên herêmî bi vê şêwazê dixwazin zextê li Kurdan û  rêveberiya herêmê bikin da ku hinek daxwazên xwe pêk bînin. Beriya niha jî çend caran li Eyn Îsa û Til Temirê ev şêwaz bi pêş xistin. Bi rêya şantaj û zextê hin daxwazên wan li rojhilatê Firatê hene ku daxwazên xwe bi dest bixin. Rêbazên gef û şantajan dîsa ne mimkun e bibin rêbaz ji çareseriyê re. Hemû pirsgirêkên heyî dê bi dan û standinan bên çareserkirin.

Ji bo wê jî ji aliyê Rûsî tê xwestin ku di navbera xwe û gelê herêmê de baweriyê çêke. Bi van şantaj û  vekişînê dihêlin ku fikarên herêmê zêde bibin û baweriya wan lewaz bibe.  Çawa destpêke li Efrînê vekişiya, li Eyn Îsa û Til Temirê jî çend caran wiha kir, niha jî li Şehbayê wiha dike ku ev ne rêbazek e ku aramî pê çêbibe ye.

Şantaj li ser çi ne?

Hêzên Rûsî di herêmê de her dixwazin xwe xurt bikin, bikevin hemû herêman. Di herêmê de ne tenê QSD û Rûsya, hêzên Koalîsyonê û amerîkî jî hene. Ev gelek caran di navbera hêzên Rûs û Amerîkayê de pirsgirêk derdikeve. Ji bo çi ev hêz li herêmê hene; ji bo ku pirsgirêk û alozî dernekevin li gel QSD`ê divê bi dan û standin û koordîne tev bigrerin. Hêzên Rûsyayê dixwazin serbest tev bigerin, bêyî ku koordînasyonê çêkin, dixwazin herin her cihî. Em hêvîdar in ku hêzên Rûsyayê bi mekanîzmaya hevbeş tev bigerin.

Bêguman daxwazên Rûsyayê yên aborî jî hene. Dibe ku di hinek mijaran de me li hev kiribe û hinek mijar jî wekî ku tê xwestin em nikarin di vê demê de li hev bikin. Ji ber lihevkirin û garantiyên siyasî pêwîst in. Pêwîst e îtîfaqên siyasî hebin ji bo mafê gelê herêmê biparêzin. Di vê çarçoveyê de em bikarin lihevkirinên aborî bi pêş bixin. Îmkanên aborî yên ku li herêmê hene yên tevahî Sûriyê ne. Em jî dixwazin bi şêwazekî adil ku mafê gelê herêmê jî tê de hebe, çêbe. Di rewşa heyî de bêyî ku îtîfaqeke siyasî çêbe û mafê gelê herêmê bê nasîn, her kes dixwaze ji bo xwe sûdê jê werbigire.

‘BAZAR DÊ RÛSYAYÊ LI HERÊMÊ QELS BIKIN’

Em hêvîdar in ku Rûsya rewşa herêmê û gelê herêmê li ber çavan bigire û li gorî wê siyaseteke di xizemeta çareserî û aramiyê de bi rê ve bibe. Divê ev pirsgirêkên di navbera me û wan de, yên di navbera me û Şamê de bi rêya diyalogan bên çareserkirin. Heya niha Rûsyayê rola xwe ya garantor li herêmê nelîstiye. Rojane pirsgirêkan derdixin û dixwazin encamekê jê bigirin. Bi vê şêwazê dixwazin pirsgirêkên xwe yên hundir çareser bikin. Rûsya jî di hundirê xwe de xwedî pirsgirêkên siyasî û aborî ye. Herî dawî pirsgirêka Ukranayayê bi welatên NATO’yê, Amerîka û Tirkiyê re pir dijwar derdikeve pêş. Em naxwazin careke din Rûsya ji bo pirsgirêkên xwe yê Ukranyayê bi Tirkiyê û welatên NATO’yê re li ser hesabên gelê herêmê, herêmê tehdît bike yan jî bazaran bike. Ev ne rast e, dê rol û bandora dewleta Rûsyayê li herêmê lewaz bike.

Vekişînên bi vî awayî dê berdewam bikin gelo?

Vekişînên bi vî rengî gelek caran çêdibin, ev herêmî û local in. Rûsya tu carî nade ber çavan ku vekişîneke temamî ji herêmê çêke. Ji ber ku piştî vekişîna hêzên Amerîkayê û êrişên Serêkaniyê û Girê Spî û li şûna wan belavbûna hêzên Rûsî, ji bo xwe weke serkeftin û pêşketineke girîng hesiband. Ne ku bi paş de vekişe, lê hesab dike ku çawa zêdetir berfireh bibe. Ji bo wê jî em texmîn nakin ku vekişîneke giştî çêbibe. Dixwaze berbelavbûna xwe zêde bike û hinek deskeftiyên din bi dest ve bîne. 

Dewleta Tirk û çeteyên wê bê navber êrişî Eyn Îsa, Til Temir û Şehbayê dike Hêzên Rûsyayê tu bersiv dan? Di derbarê sekna Rûsan de hûn çi dibêjin?

Piştî peymanê Rûsyayê li wan herêman rola xwe ya garantoriyê ku êrişan bisekinîne, nelîst. Berovajî wê hêzên Rûsyayê her tim hêzên QSD`ê tawanbar dike. Hêzên Rûsyayê dibêje QSD êriş dike, ev ne rast e. Êriş ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve pêk tên. Her wiha planên wan hene ku hin gund û herêmên din jî dagir bikin. Di vê derbarê de divê Rûsya bi rastî bi vê îtîfaqê ve girêdayî bimîne û bi berpirsyariya xwe rabe. QSD wekî ku tê xwestin rola xwe dilîze.

Helwesta gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî nêzîkatiyên hêzên Rûsyayê divê çawa be?

Gelê me li her derê helwesta xwe zelal nîşan dide. Li Şehbayê li dijî nêzîkatiya hêzên Rûsyayê gelek çalakî li dar xistin. Gelê me qebûl nake û divê qebûl neke jî. Heya niha gel helwesteke xurt nîşan dide. Li Eyn Îsa û Şehbayê gelê me reaksiyonên xwe derxistin pêş. Gelê me wê qebûl nake ku careke din berjewendî û hebûna wan bibe mijara bazarê di navbera Tirkan û cihên cuda de. Divê ev çalakiyên civakî bi pêş bikevin. Em jî wek Rêveberiya Xweser bi aliyên siyasî re diyalog û dan û standinê bi Rûsya û aliyên cuda re çêdikin û dixwazin zextekê çêkin ku ev siyaset bi vî şêwazî berdewam neke.

Mijarekê din jî ku ev demek e daxwazên dewletên Ereban hene ku Sûriyê bixin nav Yekitiya Ereban. Di demeke wiha de tekiliyên we bi dewletên Ereban re çawa ne? 

Wek Rêberiya Xweser em gelekî girîng dibînin ku di aliyê welatên Ereban de têkiliyan bi pêş bixin. Divê ev têkilî kûr û fireh bibin. Di encamê de Sûriye welatekî erebî ye û rola welatên Ereban jî di çareseriya pirsgirêka Sûriyê de girîng e. Lê heya niha welatên Ereban ew rol nelîstiye. Qebûlkirina Rêveberiya Xweser wekî projeyeke siyasî di xizmeta çareserî û yekbûna Sûriyê de ye. Nabe sedem ku Sûriye parçe bibe û dewleteke serbixwe çêbe. Ji ber ku metirsiya welatên Ereban her di vî alî de ye ku çawa mijara Kurdan, mafê Kurdan tê kirin, her tim yan li kêleka Bexda yan jî Şamê sekinîne. Divê welatên Ereban di vê derbarê de rehet bin ku tu carî çareseriya pirsgirêka Kurd nabe xetereya yekbûna axa Sûriyê. Bi temamî dê bikevê xizmeta yekparebûn û hêzkirinê. 

Rola Rûsya wê di hewldanên dewletên Ereban de çi be?

Ev demek e hewldanên Rûsyayê li ser welatên Ereban çêbûne. Civîneke sêalî di navbera Rûsya, Tirkiye û Qeterê de çêbû. Armanca Rûsyayê ew e ku welatên Ereban bikişîne û têxe xizmeta berjewendiyên siyasî ji bo Sûriyê. Di bin însîyatifa xwe de rê li pêş çareseriyeke siyasî veke. Ji ber ku hemû rê xitimîn; Komîteya Destûrê, Astana, hwd xitimîn. Vê carê xwest ku bi însiyatîfeke nû welatên Ereban bi xwe re bike hêz û rê li pêş însiyatîfên nû veke. Li aliyê din jî xwest ku li ser welatên Ereban zextekê çêke ku bi wan bide qebûlkirin. Hikumeta Şamê vegere nûnerên xwe bişîne cem Yekîtiya Erebî û ji hikumeta Şamê re rewabûnekê çêke. Rûsyayê xwest ku bi pereyên welatên Ereban bi şêwazên cuda krîza di hundirê herêmên hikumeta Şamê de sivik bike û sûdê jê wergire.

ANHA