'Di 3 mehan de, li Efrînê zêdetirî 200 sûcên revandinê û 20 sûcên kuştinê pêk hatine'

Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Cibrayîl Mistefa banga avakirina komîteyeke bê alî kir, da ku sûcên li Efrînê bişopîne û destnîşan kir ku sûcên ku li bajarê dagirkirî pêk tên asta sûcên şer û dermirovî derbas kirine.

'Di 3 mehan de, li Efrînê zêdetirî 200 sûcên revandinê û 20 sûcên kuştinê pêk hatine'
15 nîsan, 2021   04:26
ŞEHBA – ALAN REŞÎD

Ji destpêka dagirkirina kantona Efrînê di 18`ê Adara 2018`an de roj bi roj sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê zêde dibin, wekî  kuştin, dizîn, revandin, guhertina demografiyayê, talankirin û hilweşandina cihên dîrokî û xirabkirina xwezaya Efrînê.

Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Cibrayîl Mistefa  di vê derbarê de got: "Hejmareke rêxistinên hiqûqî, navneteweyî û Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî ya taybet bi rewşa Sûriyê gelek rapor derxistin û di wan teqez kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê pêk tînin, gihaştine asta sûcên şerê û sûcên li dijî mirovahiyê."

Cibrayîl Mistefa wiha domand: "Lê mixabin tevî vê yekê jî sûcên têne kirin, didomin û her ku diçe zûde dibin.”

Mistefa  encamnameya sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê di nava 3 mehên dawîn de li Efrînê pêk anîne eşkere kir û got: "Ji destpêka sala nû ve û heta niha zêdetirî 200 kes hatine revandin ji wan 25 jin û zarok in. Ji ber ku ewlehî tune ye rojane bûyerên kuştinê pêk tên û ji 3 mehan ve û heta niha nêzî 20 bûyerên kuştinê pêk hatine. Topbarana li ser kantona Şehbayê û komkujiyên ku di encama wê de zarok û jin tên kuştin, didomin û saziyên giştî û taybet têne wêrankirin."

Mistefa di berdewamiya axaftina xwe de ev agahî parve kir: "Dewleta Tirk a dagirker û  çeteyên wê di nava 3 mehan de zêdetirî 3 hezar û 200 darên zeytûnan birîn. Zêdetirî 11 hezar darên zeytûnan ên navçeyên Bilbilê, Raco, Şera û gundê Meydankê desteser kirin. Guhertina demografîk bi rêya avakirina baregehan li çiyayê Hec Hesno yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê, pêk tîne."

Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê destnîşan kir ku tevî ku gelek rapor û dosya derketin û teqez dikin ku dewleta Tik û çeteyên wê sûcên li dijî mirovahiyê pêk tînin û ew sûc hatin belgekirin, lê ev sûc tenê ji sedî 20 ji sûcên ku li Efrîna dagirkirî pêk tên temsîl dikin û wiha domand: "Rewşên revandin, talankirin û dizînê yên ku me belge kirine zêdetir in. Lê ji ber ku îstixbaratên dewleta Tirk û çeteyên wê 'terora ewlehiyê' ferz dikin şênî nikarin van sûcan bêjin."

Cibrayîl Mistefa bang li civaka navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û van sûcan bisekinînin, ji ber dewleta Tirk û çeteyên wê bajarê Efrînê kirine navenda perwerdekirina terorîstan û wan ber bi Lîbya, Ezerbêcan û Yemenê ve dişînin.

Mistefa her wiha banga avakirina komîteyeke bê alî kir, da ku sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê pêk tînin, bişopîne û got sûcên li Efrînê pêk tên asta sûcên şer derbas kiriye.

(bx)

ANHA