`Rêjeya mirina bi vîrusa Koronayê zêde dibe`

Piştî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêla sêyemîn a vîrusa Koronayê belav bû, Navenda Jiyan a COVID-19’an a li bajarê Qamişlo li hemberî pêlên berê ev yekemîn car e ku pêşwaziya ewqas nexweşan dike û têkildarî mijarê gerînendeyê navendê got rojene rêjeya miriyan rojane zêde dibe.

`Rêjeya mirina bi vîrusa Koronayê zêde dibe`
`Rêjeya mirina bi vîrusa Koronayê zêde dibe`
`Rêjeya mirina bi vîrusa Koronayê zêde dibe`
14 nîsan, 2021   23:39
 QAMIŞLO-YARA MIHEMED

Li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê vîrusa Koronayê bi xurtî belav bûye, beriya niha Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser bi rêya civîneke çapemeniyê hişyarî li ser rûdana karesateke mirovî ji ber vîrusa Koronayê ya li herêmê dabû, her wiha îşaret pê kiribû ku herêm bi pêla sêyemîn a vîrusê re rû bi rû maye û litevahiya herêmên Bakur û  Rojhilatê Sûriyê bi taybet belav bûye.

Têkildarî mijarê gerînendeyê Navenda Jiyan a COVID-19’an a li bajarê Qamişlo Behaa Hebo axivî û got: "Navend û kadroyên xwe yên tenduristiyê ji bo pêşwaziya nexweşên vîrusê ku bi rêya ambulansên Heyva Sor a Kurd hatine veguhezandin an jî ji aliyê malbatên xwe ve amade ne."

Behaa Hebo got niha li navendê 38 nexweş hene, rewşa 3 pêketiyan ne baş e û  yên din jî baş dibin.

ꞌNÎŞANEYÊN VÎRUSÊꞌ

Der barê nîşaneyên li ser nexweşan ku derdikevin de, Hebo destnîşan  kir ku hin nexweş  zehmetiya bêhntengbûnê dikişînin û pileya germahiya laş bilind dibe, hin jî gazinan ji êşa canên xwe dikin, îltîhab di roviyên  wan  de çêdibe, nava wan diçe û gurçikên wan diêşin. Lê ya ku  dihêle nexweş jiyana xwe ji dest bide; kêmbûna rêjeya Oksejînê ya di xwînê de û di encamê de felc li wan dixe.

Behaa Hebo da zanîn ku tevî dermankirineke diyarker ji vîrusê re tune ye, miqdarekî baş ji oksejînê diçe pişikê û cîhazê menaî li hemberî vîrusê disekene, ji derveyî hebên îltîhabê oksejîn a herî sereke ye.

Behaa Hebo piştrast kir ku pêla sêyemîn a vîrusa Koronayê xetere ye û ji pêlên berî xwe zûtir belav dibe, di heman demê de her kes pê dikevin û bandorê li mezinan dike anku kesên di navbera 45 salî û ber jor de.

Hebo eşkere kir ku li gorî rêjeya bandora vîrusê ya li ser nexweş, ew nexweşan ji navendê derdixin, lê rewşên giran demeke dirêj dimîne heta ku baş bibe.

ꞌRÊJEYA MIRIYAN ZÊDE BÛYEꞌ

Behaa Hebo diyar kir ku di demên dawî de rêjeya miriyan zêde bûye û rojane di navbera 3 heta 6 kesan jiyana xwe ji dest didin, li hemberî vê yekê gelek pêketeyên vîrusa Koronayê jî baş dibin.

Gerînendeyê Navenda Jiyan a COVID-19’an Behaa Hebo bang li rêxistina WHO`yê kir ku ji bo karesateke mirovî çênebe, derziyan ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re peyda bikin, her wiha bang li welatiyan jî kir ku dûrî hev bikevin, xwe biparêzin, mask û lepikan li xwe bikin.

Navenda Jiyan a COVID-19’an ji 20’ê Kanûna par  ve xizmeta nexweşan dike,  76 text ji bo pêketiyên vîrusa Koronayê hene û bê pere xizmeta nexweşan dike.

(eh)

ANHA