Li gel qedexeyê bangewaziyên pêkanîna tedbîrên xweparastinê

Piştî ku qedexeya giştî ya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandiye kete pratîkê, şêniyên bajarên Reqa û Tebqayê piştrast kir ku ew pabendî qedexeyê ne û bang li hemûyan kir ku tedbîrên xweparastinê pêk bînin.

Li gel qedexeyê bangewaziyên pêkanîna tedbîrên xweparastinê
Li gel qedexeyê bangewaziyên pêkanîna tedbîrên xweparastinê
Li gel qedexeyê bangewaziyên pêkanîna tedbîrên xweparastinê
Li gel qedexeyê bangewaziyên pêkanîna tedbîrên xweparastinê
Li gel qedexeyê bangewaziyên pêkanîna tedbîrên xweparastinê
Li gel qedexeyê bangewaziyên pêkanîna tedbîrên xweparastinê
Li gel qedexeyê bangewaziyên pêkanîna tedbîrên xweparastinê
Li gel qedexeyê bangewaziyên pêkanîna tedbîrên xweparastinê
14 nîsan, 2021   06:47
REQA

Gelek şêniyên Reqayê bang kir ku divê her kes biryarên qedexeya giştî û tedbîrên xweparastinê ji vîrusa Koronayê pêk bînin bi taybet di meha Remezanê de.

Li gel qedexeya giştî ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve ji bo parastina ji vîrusa koronayê hatiye ragihandin, tevgera şêniyan di nava sûkan de di rojên destpêkê ên meha Remezanê de zêde bû.

Şêniyên Reqayê bang kir ku hemû biryarên qedexeyê û tedbîrên xweparastinê pêk bînin da ku hejmara pêketiyan kêm bibe.

Şêniyê bi navê Mehmûd El-Merzûq ku derman ji dermanxaneyê dianî, ji şêniyan xwest ku tedbîrên xweparastinê pêk bînin û pabendî qedexeya giştî bin.

El-Merzûq destnîşan kir ku hinek şênî tedbîr û tedbîrên qedexeyê bin pê dikin û bang li wan kir ku lepik û maskeyan bi kar bînin.

Şêniyê bi navê Mihemed El-Naî jî spasiya Rêveberiya Xweser kir ku qedexeya giştî li ser bajêr ragihandiye û got ev biryar ji bo hemû şêniyan e û bang li şêniyan kir ku li gorî tedbîr û biryarên qedexeyê tev bigerin ji ber ku pandemî ji bin kontrolê derketiye.

El-Merzûq îşaret bi rola dê û bavan kir ku zarokan xwe hişyar bikin û wiha domand: “Pêla nû ya vê pandemiyê ji yên berê xeternaktir e. Lewra divê şênî ne xemsar bin.”

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Xbdh4Bfggq8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

TEBQA

Li Tebqayê jî şêniyan biryara qedexeyê bi erênî nirxand û banga girtina tedbîrên dîtir kir da ku rê li pêşiya belavbûna vê pandemiyê were girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nuqteyên xwe li rêyên şaxî û sereke belav kirin, da ku kombûnan qedexe bikin û tevgera çûn û hatinê ya şêniyan kontrol bikin.

Şêniyê bi navê Mihemed El-Îbrahîm di vî warî de wiha axivî: “Tedbîrên ku Rêveberiya Xweser ji bo kontrokirina vê vîrusê û ji bo parastina jiyana şêniyan, girtine, gavek erênî ye.”

Şêniya bi navê Xedîce Mihemed diyar kir ku pêngava ku Rêveberiya Xweser pêk aniye erênî ye ji ber ku vîrus ji bin kontrolê derketiye.

Xedîce bang li şêniyan kir ku li gorî tedbîr û biryarên qedexeyê tev bigerin, maske û lepikan bi kar bînin.

Şêniyê bi navê Hîşam Mihemed El-Elî jî got ev pêngav ji bo aştiya şêniyan û kontrolkirina vê nexweşiya kujer gavek erênî ye.

Hîşam El-Elî da xuyakirin ku vîrus bi lez belav dibe û qedexe jî ji bo şêniyan e ne li dijî wan e.

Ji qedexeya derketina derve, dikanên madeyên xwarinê, sûkên sebzeyan hatine îstîsnakirin da ku şênî karibin pêdiviyên xwe yên rojane peyda bikin.

(şx)

ANHA