Rojnameyên erebî: El-Debîbe têkiliyên bi Enqereyê re xurt dike

Rojnameyên erebî yên îro behsa têkiliyên El-Debîbe û Erdogan û rikeberiya Îsraîl û Îranê kir.

Rojnameyên erebî: El-Debîbe têkiliyên bi Enqereyê re xurt dike
14 nîsan, 2021   06:52
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DÊ HIKUMETA EL-DEBÎBE TÊKILIYÊN XURT BI ENQEREYÊ RE BIDOMÎNE’

Rojnameya El-Ereb di hejmara xwe ya îro de behsa têkiliyên baş ên di navbera Enqere û hikumeta El-Debîbe de kir û wiha nivîsî: “Serdana şandeya hikumetê ya Lîbyayê ya bi serokatiya Ebdulhemîd El-Debîbe ji bo Tirkiyê, nameyeke zelal da ku dê hikumeta Lîbyayê têkiliyên xurt ên bi Enqereyê re dewam bike. Bi wê yekê hêviyên gelek derdorên herêmî û navneteweyî yên qelskirina rola dewleta Tirk di dema desthilata nû ya Lîbyayê de, têk diçin.

Piştî destwerdana leşkerî û şandina çeteyên Sûrî ji bo Lîbyayê, dewleta Tirk bû aktoreke sereke di dosyaya Lîbyayê de. Her wiha Rûsya jî yek ji aktorên sereke ye ku çeteyên “Wagner” li welêt belav dike. Welatên Ewropayê jî tênê çavdêriya şer dikin.

Di serdanê de ji bo xurtkirina hevkariya ewlehî, siyasî, aborî û çapemeniyê gelek peyman û muzakereyên lihevkirinê pêk hatin.

Serokwezîrê Lîbyayê jî got: “Welatê me dixwaze bi birayên me yên Tirk re têkiliyên nimûneyî bi pêş bixe.”

‘ÎRAN BERSIVÊ DIDE Û ÊRIŞÎ KEŞTIYEKE ÎSRAÎLÊ DIKE’

Têkildarî rikeberiya di navbera Îsraîl û Îranê de jî, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Wekî bersivdayîna teqîna li kargeha Natanz ya nukleerê ku Îsraîl pê hatibû tawanbarkirin, duh Îranê êrişî keştiyeke Îsraîlê li hemberî beravên Îmaratê kir û biryar da ku rêjeya dewlemendkirina ûranyumê ji sedî 60 bilind bike.

Li gorî Kanal 12 a Îsraîlê, rayedarên Îsraîlê got Îran "berpirsa" êrişa li dijî keştiya karsazekî Îsraîlê ye û teqez kir ku tu windahiyên canî pêk nehatine.

Şîrovekarên siyasî yên Îsraîlê jî êriş wek bersiveke destpêkê ji Îranê hesiband û pêşbîn kir ku ji bo tolhildanê, Îran derbeyên nû li dijî armancên mezintir pêk bîne.”

(cx)