​​​​​​​Rojnameyên erebî: Îranê soza tolhildana ji Îsraîlê da

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de, behsa şerê Îsraîl-Îranê, aloziya avakirina hikumeta Lubnanê û aloziya Yemenê kirin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Îranê soza tolhildana ji Îsraîlê da
13 nîsan, 2021   06:58
NAVENDA NÛÇEYAN

ÎRANÊ TEQÎNA LI NATANZÊ PIŞTRAST KIR Û GEF LI ÎSRAÎLÊ XWAR

Rojnameya Şerq El-Ewsat îro behsa şerê Îsraîl-Îranê kir û wiha nivîsî: “Duh, Îranê Îsraîl bi rûxandina kargeha dewlemendkirina ûranyûmê ya Natanzê tawanbar kir û soza tolhildana êrişê da.

Ajansa Nor News a girêdayî Meclisa Bilind a Ewlehiya Neteweyî ragihand ku kesê ku kehrebe ji ser kargeha Natanzê biriye hatiye naskirin û dê were binçavkirin.

Berdevkê Rêxistina Îranê ya Ûranyûmê Behroz Kemelondî piştrast kir ku li kargeha Natanzê teqînek “biçûk” pêk hatiye.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf jî hişyarî ji binxistina dan û standinên Viyenna yên vejandina peymana nukleerî da û got: “Em ê tola xwe ji Îsraîlê hilînin.”

TEVGERA EMEL Û HIZBULLAH LI SER AVAKIRINA HIKUMETA LUBNANÊ DI ZÛTIRÎN DEM DE LI HEV KIRIN

Rojnameya El-Ereb jî têkildarî aloziya avakirina hikumeta Lubnanê wiha nivîsî: “Hizbullah û Tevgera Emele li ser avakirina hikumeta Lubnanê ya bi serokatiya serowezîrê erkdarkirî Seed El-Herîrî di zûtirîn dem de, her wiha li ser piştgiriya însiyatîfa meclisa parlamanteran a hikumetê, li hev kirin ji bo ku aloziya li welatê bi dawî bikin.”

 

Ew yek di civîneke Hizbullah bi Tevgera Emel re ya ji bo nîqaşkirina dosyayên siyasî yên bi girêk li Lubnanê û di serî de avakirina hikumeta nû, pêk hat.”

LI GEL FÊLBAZIYÊN HÛSIYAN, YEMEN LI BENDA AŞTIYA REMEZANÊ YE

Rojnameya El-Beyan jî di hejmara xwe ya îro de behsa aloziya Yemenê kir û got: “Li gel tevgera navneteweyî û berdewamkirina rageşiyê ji aliyê Hûsiyan ve li Meiribê, gelê Yemenê hêvî dikin ku di meha Remezanê ya pîroz de aştî pêk bê û mîlîsên Hûsî dev ji fêlbaziyên xwe berdin û gavên cidî ber bi qebûlkirina agirbestê ve biavêjin.”

(cx)