PYD`ê meha Remezanê li cîhana îslamî pîroz kir

PYD`ê meha Remezanê pîroz kir û got:" Em ji vê meha pîroz, nirxên bêhempa digirin da ku xebat û berxwedana xwe ya li hemberî tunekirina tevahiya cureyên dagirkirinê bidomînin."

PYD`ê meha Remezanê li cîhana îslamî pîroz kir
13 nîsan, 2021   06:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) duh daxuyaniyek da û meha Remezanê hemû mislimanan û cîhana îslamî pîroz kir.

Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em bi hestên serfirazî vê meha pîroz pêşwazî dikin. Em dilsozî û domdariya têkoşîn û xebatê ji bo gihîştina civakeke demokratîk a azad ji vê mehê digirin."

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin: “Weke Meclisa Giştî ya PYD`ê em nirxên bêhempa ji vê mehê digirin, da ku asta têkoşîn û berxwedana xwe ya li dijî dagirkeriyê mezin bikin û herêmên dagirkirî rizgar bikin da ku gelê xwe vegerînin cih û warê wan. Her wiha ji bo ku em bi hev re wateya biratiya rast û jiyana hevbeş di navbera hemûyan de belav bikin. Em hêvî dikin ku em karibin erkên xwe bînin cih û xebatên xwe yên nîştimanî berdewam bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em gelê xwe û tevahiya mislimanên li cîhana îslamî pîroz dikin. Em piştrast dikin ku divê nirxên vê meha pîroz werin parastin, xebat ji bo parastina giyana îslama rast werin meşandin. Em vê mehê li hemûyan pîroz dikin.”

(şx)

ANHA