Piştî 30 sal ji têkoşînê…kesayeta welatparêz Henan Şêxo koça dawî kir

Roja yekşemê kesayeta welatparêz ê Kurd û têkoşerê di nava tevgera şoreşgerî de û ji yek damezrînerên Rêveberiya Xweser a kantona Efrînê Henan Şêxo (46) di encama nexweşiya vîrusa Koronayê de jiyana xwe ji dest da. ‎

Piştî 30 sal ji têkoşînê…kesayeta welatparêz Henan Şêxo koça dawî kir
13 nîsan, 2021   07:07
ŞEHBA-CEFER CAFO – FÎRAS ÎBRAHÎM

HENAN ŞÊXO KÎ YE?‎

Henan Şêxo ji bajarê Efrînê ji gundê Zifingê ya girêdayî navҫeya Bilbilê ye, ‎di sala 1975'an de ji dayik bûye. Henan Şêxo di nav malbateke welatparêz de ku bi ‎fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye mezin bûye. Henan Şêxo ji bo debarê berê xwe da taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê û karê dirûtinê de xebitî. Henan Şêxo bi Tevgera Rizgariya Kurdistanê bandor bû û di 1988’an de tev li xebatê bû û karê cebhewî heta destpêka krîza Sûriyê kir.

Henan Şêxo kurê herî mezin di malbata xwe de ye, xweşkek û birayekî ‎wî ku tev li HPG’ê bûbûn şehîd bûne, bi navên Meysaa Şêxo (Sosin Efrîn) di 1992’yan de tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû û di 1999’an li çiyayên Cûdî şehîd bû, Ehmed Şêxo (Heqî Efrîn) di 1996’an de tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanî bû û di 2011’an de li çiyayn Heftanînê şehîd bû.

Henan Şêxo erka rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan li taxa Şêxmeqsûdê ji 2011’an h eta bi dawiya 2014’an de wergirt. Şahidê êrişên çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî taxa Şêxmeqsûdê bû. Lê piştî wê û bi biryara ji tevgerê de Henan Şêxo berê xwe de Efrînê û ji yek damezrînerên Rêveberiya Xweser a kantona Efrînê bû û di pêşxistina Meclisa Malbatên Şehîdan de rola wî mezin bû.

Henan Şêxo wek tevahî şêniyên Efrînê li hember êrişên ‎dewleta Tirk û ҫeteyên wê li dijî kantona Efrînê li ber xwe da û piştî koçberiya şêniyan a ber bi Şehbayê ve karê xwe di Meclisa Malbatên Şehîdan de berdewam kir. Piştî erka rêveberiya komîteya sotemeniyê ya kantona Şehbayê wergirt û heta ku jiyana xwe ji dest daye de, bi fedekarî li ser karê xwe bû.

Têkildarî wê kurê Henan Şêxo, Mihemed Abdulhenan Şêxo axivî û wiha got: "Bavê min ji biçûkaniya xwe de tevger nas kir, karê xwe bi têkoşîn û moralên bilind pêk dianî."

Şêxo wiha domand: "Bavê min di jiyana xwe de di rewşên dijwar re derbas bû, şaxên ewlehiyê yên hikumeta Şamê her tim ew lêpirsîn dikirin, lê belê vê yekê nehişt ku karê xwe rawestîne, berovajî kar berdewam kir."

Şêxo hin gotinên bavê xwe vegotin û wiha ne; Ez xwîna şehîdan li erdê nahêlim û dê xebata xwe heta rizgarkirina Kurdistanê û rizgarkirina Efrînê ji dagirkeran berdewam bikim.

Birayê Henan Şêxo, Ebid Şêxo destnîşan kir ku mirina birayê wî di temenkî biçûk de bandoreke mezin li malbatê kir, ji ber birayê mezin di malbatê de bû û cihê bavê wan di rêxistina malbatê de girtibû.

Ebid Şêx diyar kir ku Henan di nava tevgerê de karê xwe bi wefedarî dikir, di nava gel û malbatên şehîdan dihat hezkirin.

Ebid Şêxo di dawiyê de got berê tu nexweşî bi birayê wî re tune bûn û beriya çend rojan bi virusa Koronayê ket û roja yekşemê jî di nexweşxaneyeke li Helebê de jiyana xwe ji dest da.

Hevalekî Henan Şêxo, Mehmûd Şêx Mihemed der barê hevaltiya xwe bi ‎Henan re û xebtên ku bi hev re kirine axivî û got: ''Di sala 1988'an de min Henan nas kir û me bi ‎hev re heta sala 2011'an kar kir, her wiha em bi hev re di Meclisa ‎Malbatên Şehîdan a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê de xebitîn û Henan rêveberê meclisê bû."

Şêx Mihemed wiha gotina xwe bi dawî kir: "Tevî astengiyên ku Henan tê re derbas bûne jî, lê heta dawiyê di tevahî aliyan de di nava tevgerê bi fedekarî li ber xwe da û berdewam kir û li ser şopa şehîd, Rêber Abdullah Ocalan dimeşî û ji hêla şêniyan ve dihat hezkirin."

(dm) ‎

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/VQWLdFpwEig" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>