Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kobanê banga pêkanîna tedbîrên qedexeya derketinê kir

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kantona Kobanê Ehmed Hecî Mehmûd destnîşan kir ku şênî biryarên qedexeyî bin pê dikin û li gorî tedbîran tev nagerin. Hecî Mehmûd bang li şêniyan kir ku bi hêzên ewlehiyê re hevkar bin, da ku pêşî li berbelavbûna vîrusa xeternak bigirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kobanê banga pêkanîna tedbîrên qedexeya derketinê kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kobanê banga pêkanîna tedbîrên qedexeya derketinê kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kobanê banga pêkanîna tedbîrên qedexeya derketinê kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kobanê banga pêkanîna tedbîrên qedexeya derketinê kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kobanê banga pêkanîna tedbîrên qedexeya derketinê kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kobanê banga pêkanîna tedbîrên qedexeya derketinê kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kobanê banga pêkanîna tedbîrên qedexeya derketinê kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kobanê banga pêkanîna tedbîrên qedexeya derketinê kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kobanê banga pêkanîna tedbîrên qedexeya derketinê kir
12 nîsan, 2021   14:36
KOBANÊ

Pêla sêyem a pandemiya vîrusa Koronayê (Covid- 19) bi lez belav dibe û herî xeternak e, bi wê re jî hejmara miriyan zêde dibe. Xebatên  Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi armanca pêşîlêgirtina berbelavbûna vîrusê bi rêya ferzkirina qedexeya giştî û beşî berdewam in, lê li gel wê şênî xemsarî ber bi van tedbîran de diçin.

Piştî zêdebûna belavbûna vîrusê li herêma Firatê û nepabendbûna şêniyan a bi qedexeya derketina beşî re, Şaneya Aloziyê ya herêma Firatê di 6’ê vê mehê de biryara qedexeya derketina derve ya giştî da, da ku pêşî li berbelavbûna vîrusê bigirin, ew biryar jî di 9’ê mehê de kete pratîkê.

Têkildarî qedexeya derketina giştî ya li kantona Kobanê, endamê Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kantona Kobanê Ehmed Hecî Mehmûd wiha got: "Li gorî giştîname û biryarên ku Şaneya Aloziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêma Firatê dane û ji destpêkê ve Hêzên Ewlekariya Hundirîn rola parastina şêniyan di pêkanîna qedexeyê pêk tîne. Lê hin şênî bi xemsarî tev digerin û li gorî biryarên qedexeyê tev nagirin. Bi wê re jî gelek binpêkirinên biryaran çêbûn û hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê jî bilind bûn. Tevî ku di biryarên şaneya aloziyê de hêsanbûn hebûn û bi şêniyan re dibûn alîkar."

Der barê kesên biryarên bin pê dikin de, Mehmûd wiha domand: "Em destpêkê kesên biryaran bin pê dikin, hişyar dikin, lê heke pabendî biryaran nebûn, em soznameyek ji wan digirin da ku careke din bin pê nekin, lê heke di cara sêyem de jî bin pê kirin, wê demê tên girtin."

Mehmûd bang li şêniyan kir ku li gorî biryarên qedexeyê tev bigerin, da ku pêşî li berbelavbûna vîrusa Koronayê bigirin, her wiha bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn û desteya tenduristiyê re hevkar bin, da ku parastina tevahî şêniyan bikin.

Girêdayî mijarê, ji roja yekemîn a pêkanîna qedexeya giştî ya li herêma Firatê re, Hêzên Ewlekariya Hundirîn dewriyeyên xwe li hundir û derveyî bajêr dimeşînin, li gel wê jî nuqteyên kontrolkirinê li hundirê bajêr çêkirine, da ku şêniyan ji bo pêkanîna biryaran hişyar bikin.

Dê biryara qedexeya giştî ya li herêma Firatê heta 10 rojan dewam bike, ew biryar jî piştî çend rojan ji pêkanîna qedexeya giştî ya li Qamişlo, Hesekê û Reqayê û pêkanîna qedexeya beşî ya li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêk hat.

Li gorî biryara qedexeya giştî ya li herêma Firatê, divê tevahî cihên giştî werin girtin, kar li saziyên Rêveberiya Xweser were taloqkirin. Lê saziyên ku karên wan berdewamkirinê dixwaze, biryar li ser wan ne derbasdar e. Her wiha çotyar û bazirganên firotina mast û penêr, firoşkarên sebze û fêkiyên dikarin karên xwe berdewam bikin, lê divê dema têketin û derketina ji bajêr de ji saet 6 heta bi 8’ê sibehê û ji saet 5 heya bi 7’ê êvarê be.

Pêla sêyem a vîrusa Koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde û bi lez belav dibe. Bi wê re Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandibû ku 298 kes bi vîrusê ketine û 3 jî mirine.

Li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 12 hezar û 236 kes bi vîrusa Koronayê ketine, jê 422 mirin, hezar û 365 jî baş bûne, ji kesên baş bûne 25 ji Kobanê ne.

(fr)

ANHA