Rêveberiya Xweser bi peyamekê meha Remezanê pîroz kir

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê meha Remezana pîroz li mislimanên Sûriyê û cîhanê pîroz kir.

Rêveberiya Xweser bi peyamekê meha Remezanê pîroz kir
12 nîsan, 2021   13:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi peyameke hatina meha Remezanê mislimanên Sûriyê û cîhanê pîroz kir.

Di peyamê de wiha hate gotin: "Bi boneya hatina meha Remezana pîroz, Hevserokatiya Meclisa Rêveber tevahî mislimanên cîhanê û Sûriyê bi taybet pîroz dike. Her wiha hêvî dike ku ev meh bibe meha dilovanî û aştiyê û bi xêr û bereket di ser tevahiyan re derbas bibe."

(fr)

ANHA