Hikumeta Şamê careke din “herêma bêçek” topbaran kir

Şeva din hêzên hikumeta Şamê careke din gundewarên başûrê Idlibê û sehil El-Xab a li bakurê rojavayê Hemayê bi moşekan topbaran kirin.

Hikumeta Şamê careke din “herêma bêçek” topbaran kir
12 nîsan, 2021   09:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Şeva din, hêzên hikumeta Şamê deverên li Kensefra, Filêfil, Bare, Sifohin û Bênîn ên başûrê Idlibê, her wiha Qilêdîn û Enkawî yên Sehil El-Xab a gundewarên bakurê rojavayê Hemayê, topbaran kirin.

Li eniyên şer ên li başûrê Idlibê jî, hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk nuqteyên hev kirin hedef. Agahiyên li ser windahiyên canî bi dest neketin.

(cx)