​​​​​​​Desteya Tenduristiyê hişyariya karesateke mirovî da

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber belavbûna vîrusa koronayê hişyariya rûdana karesateke mirovî ya muhtemel da û bang li welatiyan kir ku bi kadroyên tenduristiyê re hevkar bin.

​​​​​​​Desteya Tenduristiyê hişyariya karesateke mirovî da
12 nîsan, 2021   09:28
QAMIŞLO

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa îro bi civîneke çapemeniyê ku li Daîreya Têkiliyên Derve ya li Qamişloyê hat lidarixstin, ji ber belavbûna vîrusa koronayê (Covid-19) hişyariya rûdana karesateke mirovî ya muhtemel da.

Dr. Ciwan Mistefa destnîşan kir ku li herêmê pêla sêyemîn a vîrusa koronayê belav bûye û êdî piştrast bûye ku li herêmê bi giştî heye û bi taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Mistefa destnîşan kir ku vîrus bi lez belav dibe û wiha domand: “Rêjeya miriyan gelekî bilind e.”

Mistefa diyar kir ku Desteya Tenduristiyê û bi hemû kadroyên xwe di dirêjahiya salekê de kar kir, bi alîkariya gel û saziyên di vî warî de û her wiha bi alîkariya gelek rêxistinên navneteweyî dê li hemberî belavbûna vîrusê bisekinin.

‘REWŞA HEYÎ RÊ LI PÊŞIYA KERASETEKE MIROVÎ VEDIKE’

Her wiha Mistefa anî ziman ku ji ber derfetên kêm nikarin bi tenê li hemberî vîrusa koronayê bisekinin, herêm gihaştiye qonaxeke gelek xeternak û wiha domand: “Rewşa heyî rê li pêşiya kerasteke mirovî vedike. Hejmara pêketiyan her ku diçe pirtir dibe. Em nikarin vê belavbûnê bisekinînin.”

Mistefa îşaret bi testên li herêmê bi giştî çêkirine kir û got: “Hejmara rastîn ji ya ragihandî gelekî pirtir e. Niha navendên tenduristiyê ku ji bo vê rewşê hatine amadekirin, hemû tijî ne.”

‘REWŞ GIHAŞTIYE ASTEKÊ KU JI BIN KONTROLA DESTEYA TENDURISTIYÊ DERKEVE’

Dr. Ciwan Mistefa da xuyakirin ku hindik maye rewşa li herêmê ji bin kontrola Desteya Tenduristiyê derkeve, ji bo rêgirtina li pêşiya belavbûna vîrusê, qedexeya derketina derve ya giştî li ser herêmê bi giştî ferz kir.

Mistefa bal kişand ser rewşa herêmê û wiha domand: “Rewş gelekî dijwar e. Dibe ku keraseteke mirovî di çend rojên bê de pêk were. Deste tê gihiştiye rewşa aborî ya dijwar ku herêm tê re derbas dibe û bandorê li rewşa jiyanî ya gel dike.”

Mistefa behsa dorpêça aborî ya li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kir û ev yek diyar kir: “Em rewşa welatiyan nas dikin. Li gel dorpêçê, rewşa tenduristî ya li herêmê gelekî dijwar e. Ji ber xemsariya şêniyan rewş qet ne baş e.”

Ciwan Mistefa bang li welatiyan kir ku di vê rewşa krîtîk de bi aliyên têkildar re hevkar bin, ji ber ku îhtîmal heye kerastek bi ser serê herêmê de were, ji ber wê divê her kes alîkar bin.

Mistefa rola Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê şermezar kir ku heta vê kêliyê ji bo pêşkêşkirina destekê ji herêmê re ne cidî ye û wiha domand: “Tiştên ku li ser herêmê hatine nîqaşkirin, di pratîkê de pêk nehatin. Tu derman negihaştine herêmê û dê ev bibe sedemeke din ku li herêmê keraseteke muhtemel rû bide. “

BANGEWAZIYA LEZGÎN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li rêxistinên navneteweyî û kadroyên tenduristiyê yên li derveyî Sûriyê kir ku bi lez mudaxele bikin da ku rê li pêşiya rûdana keraseteke mirovî bigirin.

Her wiha desteyê bang li şêniyan kir ku bi kadroyên tenduristiyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hevkar bin da ku qedexeya derketina derve cihê xwe bigire û tedbîrên xweparastinê pêk bînin.

(şx)

ANHA