SOHR: Li Efrînê kesekî zaroka hevjîna xwe qetil kir

SOHR, diyar kir ku kesek ku li Efrînê hatiye bicihkirin bi alîkariya hevjîna xwe zaroka wê ya 2 sal qetil kir.

SOHR: Li Efrînê kesekî zaroka hevjîna xwe qetil kir
11 nîsan, 2021   16:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, ku mêrekî zarokeke du salî ya hevjîna xwe qetil kir, sedema qetilkirinê zarok ew e ku heta saetên derengî şevê digiriya. Bûyer li navçeya Cindirêsê ya ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin qewimî.

Li gorî SOHR, mêr zaroka hevjîna xwe bi kulman di serê wê de qetil kir û bi awayekî veşartî ew defin kir.

Piştî ku bûyer ji aliyê cîranan ve hate eşkerekirin, zarok ji gorê hate derxistin û ji aliyê tiba edlî be hate keşifkirin.

Herdu hevjînan li xwe mikurhatin ku wan zarok qetil kirine, ji ber ku heta derengî bi şev digeriya.