Şêniyên Silûk a dagirkirî ji ber nebaşiya rewşa debarê xwepêşandan li dar xistin

Çavkaniyekî xwecihî ji kantona Girê Spî ya dagirkirî, diyar kir ku şêniyên bajarokê Silûkê yê girêdayî kantonê ji ber nebaşbûna rewşa debarê xwepêşandan li dar xistin.

Şêniyên Silûk a dagirkirî ji ber nebaşiya rewşa debarê xwepêşandan li dar xistin
11 nîsan, 2021   15:11
EYN ÎSA

Li gorî çavkaniyan, xwepêşanderan diruşmeyên banga derbaskirina madeyên lojîstîkê û derxistina malbatên çeteyan ji bajarokê berz kirin.

Li kantona Girê Spî ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, aloziya rewşa debarê û kêmbûna madeyên lojîstîkê heye, ji ber ku dewleta Tirk nahêle made derbasî herêmê bibin.

ANHA