'Ger hêzên navneteweyî dixwazin pirsgirêkê çareser bikin bila tecrîdê bi dawî bikin'

Endamê Desteya Rêveber a PYD'ê Eseed Menan teqez kir hêzên navneteweyî û herêmî yên hegemon naxwazin pirsgirêk werin çareserkirin û got: "Heger di hewldanên çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn û cîhanê de cidî bin, bila tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan rakin."

'Ger hêzên navneteweyî dixwazin pirsgirêkê çareser bikin bila tecrîdê bi dawî bikin'
12 nîsan, 2021   00:47
ŞEHBA –FÎRAS ÎBRAHÎM

Ji destpêka girtina rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî ve di 15'ê Sibata 1999'an de dewleta Tirk tecrîdeke giran li dijî wî ferz kiriye.

Rexmî ku hin hevdîtin di navbera rêber Abdullah Ocalan û malbat û parêzerên wî de pêk hatin, lê dewleta Tirk siyasetên ferzkirina tecrîdê dewam dike, ji ber ku rêber Ocalan kilîta çareserkirina pirsgirêk û aloziyên Rojhilata Navîn e.

Girêdayî rola rêbertî di çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn de û tecîda ku li dijî wî hatiye ferzkirin, endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eseed  Menan ji ANHA'yê re axivî.

Menan di destpêka axaftina xwe de behsa pêvajoyên piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn ku Rojhilata Navîn tê re derbas bûne û armancên hêzên desthilatdar li herêmê kir û got: "Rojhilata Navîn û beşek mezin ji cîhanê di nava krîzên mezin de ne, ev krîz ji aliyê dewletên desthilatdar ve hatin afirandin, ku hewcedarî çareseriyê ne."

Menan krîzên li Rojhilata Navîn bi şerê cîhanê yê sêyemîn bi nav kir û wiha pê de çû: "Di her şerekî ku rû dide encamên nû ji bo herêmên derdikevin. Niha me di pêvajoya şerê cîhanê yê sêyemîn de ne, hemû hewl didin dest li herêmê werbidin da ku ji nû ve bi rêxistin bikin."

Menan diyar kir ku sînorê siyasî yê ku piştî peymana Sykes -Picot a di 1916'an de hatiye xêzkirin êdî ji berjewendiyên hêzên hegemonîk re bêkêr bûn.

'AKP'Ê HEWL DIDE DEWLETA OSMANÎ YA NÛ AVA BİKE'

Têkildarî hewldanên dewleta Tirk ên sûdwergirtina ji aloziya heyî û jinûve avakirina împratoriya Osmanî, Eseed Menan wiha got: "Projeya îslama radîkal derket holê anku projeya Îxwan El-Muslimîn, ji ber binpêkirinên ku pêk dinaîn bertekên gel derketin. Hêza ku li piştî van rêxistinan di serî de dewleta Tirk û projeya AKP'ê ne ku hewl dide dewleta Osmanî ya hilweşiyayî ava bike û desthilata xwe li ser Rojhilata Navîn ferz bike."

Endamê Desteya Rêveber a PYD'ê bal kişand ser bertekên gel ên li dijî projeya nû ya Osmanî.

'PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK Jİ NAKOKİYAN RE ÇARESERÎ YE'

Menan diyar kir ku çareserî projeya neteweya demokratîk û rêveberiya xweser e ku ronakbîr û fîlozof Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye û got, ev proje li dijî dewlet-netewe û sînorên ku dewletên hegemon bi rêya peymanan xêz kirine ye.

Menan da zanîn ku li herêmên Rojhilata Navîn gelek pêkhate û çand hene û projeya neteweya demokratîk armanc dike ku her pêkhateyek bi ziman û çanda xwe li ser koka xwe ya dîrokî bijî.

Eseed Menan bal kişand ser berdewama krîzên li Rojhilata Navîn tevî guhertina serokên wê û got: "Mînak li Tûnis, Misir û Yemenê alozî berdewam in û tu projeyên demokratîk ku xizmeta gel bikin tunene."

'DEWLETA TİRK DİZANE KU ÇARESERÎ Lİ ÎMARLİYÊ YE Û VÊ YEKÊ NAXWAZE'

Têkildarî tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ku ji aliyê dewleta Tirk û dewletên hegemon ve hatiye ferzkirin, Eseed Menan ev nirxandin kir: "Dewleta Tirk û hêzên hegemon dizanin ku çareserî li Îmraliyê ye. Lê naxwazin pirsgirêkê werin çareserkirin. Dewleta Tirk û Rojhilata Navîn di hemû qadan de siyasî, civakî û aborî di nava krîzên mezin de tengijî ye."

'ARMANCA NETEWEYA DEMOKRATÎK MIROVÎ YE Û XETERIYA WÊ LI SER TU KESÎ NÎNE'

Menan bal kişand ser projeya neteweya demokratîk û wiha domand: "Armanc projeya neteweya demokratîk mirovî ye, xeteriya wê li ser tu kesî nine, lê hêzên desthilatdar vê projeyê xeterî li ser xwe dibînin, ji ber ku dizane ku desthilat û hegemoniya wê li ser cîhanê bi bin bikeve."

'ÇARESERÎ Dİ DESTÊ RÊBER ABDULLAH OCALAN DE YE'

Endamê Desteya Rêveber a PYD'ê Eseed Menan di dawiya de got: "Çareserî di destê rêbertî de ye, divê tecrîd were rakirin û bihêlin ku parêzer wî bibînin, divê hevdîtin li Îmraliyê be, divê rêbertî ji girtîgeha Îmraliyê were azadkirin û hevdîtinên ligel wî bi derve pêk werin."

ANHA