Li tevahî herêmên Bakur û Rojhilat qedexeya derketinê ya 10 rojan hate ragihandin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve ya giştî li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand. Qedexe 10 roj in û dê ji roja Şemiyê dest pê bike.

Li tevahî herêmên Bakur û Rojhilat qedexeya derketinê ya 10 rojan hate ragihandin
11 nîsan, 2021   13:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê qedexeya derketina derve ya giştî li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand.

Daxuyanî wiha ye:

"Ji ber xeteriya vîrusa Koronayê (Covid-19) û ji bo rêgirtina li pêşiya wî û parastina berjewendiyên giştî, Hevseroka Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê van biryara dide:

1-Li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve ya giştî heta 10 rojên din tê ferzkirin. Qedexe roja Sêşemê 13/04/2021'an dest pê dike  û heta roja Pêncşemê 22/04/2021'an dewam dike.

2-Tevahî deriyên sînor ên bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ji bilî rewşên mirovî, nexweş, xwendekar û tevgera bazirganiyê girtî dimînin.

3-Qedexe ne ji bo (Dikanên firotina madeyên xwarin û sebzeyan e), lê divê ji saet 8'ê Sibata heta 5'ê ber êvarî vekirî bin.

4-Di dema qedexeyê de tevgera çûn û hatinê ya cotkar û karkeran a ji bo karê xwe tê hêsankirin bi şertê ku tedbîrên xweparastinê yên tenduristiyê û dûrketina civakî pêk bînin.

5-(Tevahî nexweşxane, dermanxane, rêxistinên mirovî, ragihandin, firine, stasyonên firotina sotemeniyê) ne di nav qedexeyê de ne. Xwaringeh dikarî tenê daxwazên derve bi cih bîne.

6-Di dirêjahiya dema qedexeyê de, ji bilî daîreyên ku pêwîstiyên ku bi domandina kar heye, xebatên tevahî sazî û daîreyên girêdayî Rêveberiya Xweser tên sekiandin.

7-Divê tevahî welatî rêgezên xweparastina tenduristiyê û dûrketina ji hev pêk bînin û maskan li xwe bikin.

8-Ev biryar her kesî eleqedar dike."

ANHA