Dayika Ûweyş li Heleb û Şehbayê hate bibîranîn

Li Heleb û Şehbayê bi boneya salvegera 28'emîn a wefata dayika rêber Abdullah Ocalan Ûweyş civîn hatin lidarxistin.

Dayika Ûweyş li Heleb û Şehbayê hate bibîranîn
11 nîsan, 2021   14:19
HELEB

Bi boneya salvegera 28'emîn a wefata dayika rêber Abdullah Ocalan Ûweyş, Kongreya Star a Helebê civînek bi beşdarbûna bi dehan şêniyan, tevî endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî li hola civînan a beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûdê li dar xist.

Di civînê de, endama Koordînasyona Kongreya Star a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Sûad Hesen axivî, dayika Ûweyş bi bîr anî û got: "Em îro îradeya dayika Ûweyş di kesayeta dayikên xwe de dibînin ên ku di zarokên xwe heskirina welat û girêdana bi axê ve çandin û ji kesên destpêkê ne ku zarokên xwe di oxira parastina doza xwe de dane."

Sûad Hesen ev yek li gotina xwe zêde kir: "Dayikên Efrînê mînaka herî mezin a vê yekê ne, dema Berxwedana Serdemê li ser cenazeyên zarokên xwe yên şehîd disekinîn û digotin, welat ji kezeba me şêrîntir e, ev hêz ji hêza dayika Ûweyş hatiye wergirtin."

Sûad Hesen di dawiyê de destnîşan kir  ku jinên hemû  pêkhateyan îrade ji dayika Ûweyş  girtin û piştî bi fikirê Rêber Abdullah Ocalan bandor bûn, ku banga biratiya gelan û jiyana hevbeş dike mohrên xwe li şoreşê xistin.

Di dawiya civînê de senivîzyonek der barê kurtejiyana dayika Ûweyş û bandora wê ya li kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de hate pêşandan.

ŞEHBA

Bi heman wesîleyê, Kongreya Star a kantona Şehbayê civînek li kampa Berxwedan a navçeya Fafînê bi beşdariya bi dehan jinên li kampê li dar xist.

Hola bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û dayika Ûweyş hate xemilandin.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Koordînasyona Kongreya Star a kampa Berxwedan Leyla Îbiş axivî û îşaret bi hêza dayika Ûweyş û anîna fîlozof rêber Abdullah Ocalan kir.

Leyla Îbiş di dawiyê de îşaret bi rola jinan a di Şoreşa Rojava de û destketiyên bi saya fikirê Rêber Abdullah Ocalan hatine destxistin, kir û got: "Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan û wêrekiriya dayika Ûweyş şoreşek bi serê xwe ye."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/VCHSgOLjmAE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>