Li Şêrawayê ji ber mayîna çeteyan 2 zarokan jiyana xwe ji dest da, 2 jî birîndar bûn- HATE NÛKIRIN

Li derdora gundê Mezin ê navçeya Şêrawa  ya kantona Efrînê ya dagirkirî ji ber teqîna mayînên çeteyên dewleta Tirk a dagirker du zarokan jiyana xwe ji dest da, 2 jî birîndar bûn.

Li Şêrawayê ji ber mayîna çeteyan 2 zarokan jiyana xwe ji dest da, 2 jî birîndar bûn- HATE NÛKIRIN
11 nîsan, 2021   13:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê Mezin ê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê mayîneke ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker çandibûn, bi 4 zarokan ve teqiya. Her 4 zarok zarokên apê hev in. Di encamê de du zarokan jiyana xwe ji dest da û 2 jî bi giranî birîndar bûn.

Zarok ji bo nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê ya Şehbayê hatin veguhestin.

Li gorî agahiyên ku rêveberiya nexweşxaneyê dane ANHA'yê, navê zarokên ku jiyana xwe ji dest da Azad Îbrahîm Hisên (12), Dilyar Hemo Hisên (11). Zarokên birîndar; Hisên Îbrahîm Hisên (10) Nesrîn Mihemed Hisên (16).

ANHA