Akademiya Şehîd Mûnzûr dewreya 4`emîn bi dawî kir

Akademiya Şehîd Mûnzûr a li navçeya Şedadê bi merasîmekê dewreya perwerdeyê ya 4`emîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî kir.

Akademiya Şehîd Mûnzûr dewreya 4`emîn bi dawî kir
11 nîsan, 2021   12:45
HESEKÊ

Dewreya perwerdeyê bi navê şehîd Mihemed El-Feyad pêk hat. Di 3 mehên perwerdeyê de dersên şêwazên rêveberina Hêzên Ewlekariya Hundrîn li gorî pîvanên neteweya demokratîk, dersên siyasî û leşkerî hatin dayîn.

Rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û malbata şehîd Mihemed Feyad beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de endamên ku tev li dewreya perwerdeyê bûbûn, hatin pîrozkirin. Ji rêveberên Akademiya Şehîd Mûnzûr Silêman Reş diyar kir ku endamên beşdarî dewreya perwerdeyê bûne, dersên siyasî, leşkerî dîtin da ku bikarin mekanîzmaya xebatên ewlehiya hundirîn bi pêş bixin da ku herêm di nava ewlehî û aramiyê de de bimîne.

Yek ji endamên ku tev li dewreyê bûbû Mistefa El-Elî ku ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundrîn a bajarê Teqayê ye, wiha axivî: "Dewreya perwerdeyê xwedî sûdeke mezin bû. Tişta ku me di dewreyê de stand em ê di warê pratîkî de pêk bînin û em ji bo têkbirina xetereya li ser xaka me amade ne."

Di dawiyê de bawername li endamên ku tev li dewreya perwerdeyê bûbûn, hatin belavkirin.

(bx)

ANHA