Li Tebqayê 2 stasyonên avê ji nû ve hatin xebitandin

Saziya Avê ya Tebqayê piştî ku 2 stasyonên ava vexwarinê xistin xizmetê. Ji ber ku dewleta Tirk ava çemê Firatê kêm kiriye û rêjeya wê daketiye, stasyon ji xizmetê derketibûn.

Li Tebqayê 2 stasyonên avê ji nû ve hatin xebitandin
11 nîsan, 2021   12:04
TEBQA

Dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê ji zêdetirî 2 mehan ve kêm kiriye.

Stasyona Ayikd û El-Cerafat ên Tebqayê ji ber kêmkirira ava çemê Firatê, ji xizmetê derketin.

Saziya Avê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Tebqayê hefteya borî dest bi xebitandina her du stasyonan kir.

Têkildarî mijarê hevserokê Saziya Avê ya Tebqayê Hemûd El-Şêx ji ANHA‘yê re wiha got: "Me hin guhertin di stasyonê de çêkirin û ji nû ve saz kirin.”

Hemûd El-Şêx diyar kir ku şêniyên taxa Ayid, ji sedî 30 sûd ji guhertinê negirt û av bi sahrîcan ji wan re tê şandin.

Her wiha çavdêrê Saziya Avê Hazim Aşûr wiha axivî: "2 bîr di stasyona Ayid de hene. Me bi rêya torbîneke din stasyon sererast kir da ku ji nû ve bixebite."

Her du stasyon ji ber kêmbûna ava gola Bendava Firatê bi qasî 15 metreyan, ji xizmetê derketibûn.

)bx(

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6d3kK_8-c8E" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>