KNK`ê ji bo wefata Ehmed Dilzar peyama sersaxiyê da

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) peyama sersaxiyê ji malbata helbestvan û nivîskarê Kurd re Ehmed Dilzar re şand.

KNK`ê ji bo wefata Ehmed Dilzar peyama sersaxiyê da
11 nîsan, 2021   07:53
NAVENDA NÛÇEYAN 

Komîteya Ziman, Çand û Perwerdeyê ya KNK`ê peyama sersaxiyê ji bo wefata nivîskar û helbestvanê Kurd Ehmed Dilzar da.

Di peyama sersaxiyê de wiha hate gotin:

“10’ê Nîsana 2021’an nivîskar, helbestvan û têkoşerê mezin ê gelê me di temenê xwe yê 101 salî de koça dawiyê kir. Li gel hevxemiya me ji bo malbata wî, di heman dem da sersaxiyê li gelê Kurd û Kurdistanê radigehînin.

Ehmed Dilzarê niştimanperwer û mirovdost, hevtemen û hevrêyê Dildarê afirînerê sirûda ‘Ey Reqîb’ û nifşê zêrîn ê afirandin û edebiyata nîvê yekemîn ê sedsala 20’an bû. Xerman û pêdera nivîsînên vî helbestvan û nivîskarê mezin, gencîneyekê sengîn û pir nirx û tije serwerî ye. Berhemên wî valatiyeke berçav ji ferheng, ziman û wêjeya kurdî tije kirine. Di heman dem de jî Dilzar Kurdpewer û şoreşgêrekî îradebilind her tim bi hêvî bû di bizava rizgarîxwaza Kurdistanê de. Heta rojgarên xwe yên dawiya jiyana xwe jî ûmêd û hêviya azadî û rizgariya Kurd û Kurdistanê li nik wî mijara sereke bû.

Em Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê dubare sersaxî û hevxemiyên xwe ji bo gelê Kurd û. Kurdistanê û malbata wî radigihîn in û bi hêviya giyanekê şad û bextewer dixwazin.”