'Dayîka Ûweyş şoreşgerekî ji bo mafên jinan tê dikoşe anî dinê'

Dayikên şehîdan destnîşan kir ku wan hêz, îsrar û serîhildana li hemberî zilmê ji dayîka Ûweyş girtine û got: "Dayîka Ûweyş rêber û şoreşgerek ku ji bo mafên jinan tê dikoşe anî dinê."

'Dayîka Ûweyş şoreşgerekî ji bo mafên jinan tê dikoşe anî dinê'
11 nîsan, 2021   06:17
QAMIŞLO-SILAVA EBDUREHMAN  

11`ê Nîsanê salvegera 28`emîn a wefata dayîka rêber Abdullah Ocalan, Ûweyş e. Rêber Abdullah Ocalan bi kesayeta dayîka xwe kesayeta jinan analîz kir û bû destpêka derketina fikirê azad ê jinan.

Dayîka Ûweyş ji bo gelê Kurd xwedî cihekî taybet e, ji ber ku rêber Abdullah Ocalan anîye dinê. Rêber Ocalan dayîka xwe bi kesayeta bi hêz wesif kir û taybetmendiyên wê jî wekî dayîka xwedawend bi nav kir.

Di salvegera wefata dayîka Ûweyş de, hejmarek dayîkên şehîdan nêrînên xwe ji ANHA'yê re parve kirin, ku rêber Abdullah Ocalan der barê şehîdan de dibêje:"Şehîd rêberên me yên  manewî ne."

/ar/uploads/files/2021/04/11/052122_zynb-28large29.webp

Zeyneb Mûrad dayîka 3 şehîdan e; Simko, Gêlan û Dost ku di pêngavên rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bûbûn. Zeyneb got ew ji dayîka Ûweyş fêr bûne ku tu carî li hemberî zilmê bê deng nemînin û berdêl çi dibe bila bibe, xwe radest nekin.

Dayîka her 3 şehîdan di merasîmê oxirkirina kurên xwe de gotibû:"Ez bi şehadeta kurên xwe serbilind im, her sal ez zaveyekî didim welat." Dayîka şehîdan piştî şehadeta her 3 zarokên xwe têkoşîna xwe xurttir kir.

Zeyneb Mûrad got: " Parvekirinên rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî dayîka xwe, hişt ku ez mîna wê zarokên xwe perwerde bikim ku tev li nava hêzên leşkerî bibin, da ku erd û welatê xwe biparêzin."

ꞌMIN ZAROKÊN XWE JI BO WELAT DAN Û MIN RIHÊ ŞOREŞGERTIYÊ DI WAN DE AVA KIRꞌ

Zeyneb Mûrad ev yek li gotina xwe zêde kir: "Ger em tiştên herî giranbuha ji bo welat û gelê xwe nekirin qurban, em ê bi azadî û bi rûmet nejîn, ji lew re min her 3 zarokên xwe da vî welatî û ji zarokatî ve rihê şoreşgerana li cem wan ava kir."

Zeyneb Mûrad da zanîn ku wê hêz, îsrar û serîhildana li hemberî zilmê ji kesayeta dayîka Ûweyş girtiye û ev xal lê zêde kir: "Dayik, mamoste, perwerdekar û parêzvana mafên zarokên xwe ye, ji lew re dema ku rêber Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de qala dayîka xwe dike û pêvajoya jiyana xwe ya têkoşerane destnîşan dike, behsa kesayeta dayîka xwe ya xurt, têkoşer, rêveber, kesayeta ku zilim û zorê red dike û li hemberî rewşa heyî serî hildide dike."

Zeyneb Mûrad di dawiya axaftina xwe de got: "Em perwerdeya dayîka Ûweyş a ji rêberê gelê Kurd re Abdullah Ocalan, wekî mînaka perwerdeyê dibînin ku li ser bingeha hezkirina welat û avakirina kesayeta welatparêz hatiye avakirin, da  ku zarok di pêşerojê de alîgirên xwediyên xwe bin."

ꞌRÊBER OCALAN JI HÊZA DAYÎKA XWE SÛD GIRTꞌ

/ar/uploads/files/2021/04/11/052103_thryh-28large29_1.webp

Endama Kongreya Star Sûreya Cuma ku ji salên 90`î ve tev li xebata cebhewî bûbû, axivî û got dayîka Ûweyş ji hemû  dayîkan re mînak e.

Sûreya Cuma diyar kir  ku bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan wan xwe nas kirin, erk û rola xwe nas kirin û ev xal lê zêde kir: "Di pêvajoya dîrokê de gelek şoreş derktin, lê ji ber ku  rola jinan tê de tune bû, hemû bi bin ketin."

Sûreya Cuma da zanîn ku li gorî rêber Abdullah Ocalan diyar kir, dayîka Ûweyş ji zaroktiya rêbertî ve şoreşek li cem wî ava kir û wiha domand: "Dayîka Ûweyş hişt ku rêbertî şoreşger be û rihê serkeftinê li cem ava kir, her wiha hişt ku bibe rêzanê zanistê. Rêbertî sûd ji nuqteyên hêzê yên li  cem dayîka xwe girt û ev hêz kir çavakaniya şoreşa jinan a ku ji bo wê tê koşiya."

Sûreya Cuma got ew bi kesayeta dayîka Ûweyş serbilind e ji ber ku kesayetek anî dinê ku pêşengtiya têkoşîna rizgariya Kurdistan û cîhanê kir û ji tevahî gelên bindest re bû xilasî.

Sûreya Cuma di dawiyê de destnîşan kir ku jin hîn jî deyndarên rêber Abdullah Ocalan in û bang li wan kir ku ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan têkoşînê xurttir bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/H74Dih4wLbg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>