ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-04-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-04-2021
10 nîsan, 2021   23:00

-Endamê Yekitiya Bijî?kên Tirk Halîs Yerlikaya ?ert û mercên tecrîdê yên li girtîgehên dewleta Tirk nirxandin û got "Binpêkirina mafan li girtîgehan dewam dikin. Lê belê ji ber ku destûra hevdîtinan nayê dayîn, em jî di derbarê tenduristiya girtiyan de nikarin agahiyên zelal wergirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspî û şêxên eşîrên Ereb ên Dêrazorê diyar kir ku operasyona ewlehiyê ya ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampa Holê dabûn destpêkirin pêwîstiyek bû û dê encamên wê li ser tevahî herêmê erênî bin, bi taybet piştî bi dehan serçeteyên şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bekir Hec Îsa diyar kir ku girtina dergehan aloziya Sûriyê girêktir dike û çareserî di destûreke nû de ye ku tevahî pêkhate di bin banê yek welatî de bi azadî bijîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Ji bo pêkanîna diyalogan bi hikumeta Şamê re, dewletên Ewropayê merc danîn ku divê hikumeta Şamê pêngavên aştiyane yên rasteqîn biavêje, li aliyekî din jî danûstandinên bendava Nehdayê bi bin ketin, her wiha Misirê danûstandina bi dewleta Tirk re rawestandin. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Projeya baxçeyên sergirtî (Malên bilastîkî) li bajarokê Rimêlanê, pêdiviya zêdetirî 450 hezar şêniyên herêmê dabîn dike û derferên kar ji zêdetirî 100 ciwanan re peyda dike.

- Civaka êzidî amadekariya pîrozkirina Çarşema Sor dike. Hevseroka Mala Êzidiyan a Helebê piştrast kir ku siyasetên qirkirinê israra civaka êzidî ji bo ku ola xwe biparêzin û ayînên xwe pêk bînin, naşikîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star merasîmê bîranîna dayika Ûweyş li hola civînan a beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar dixe, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayikên şehîdan destnîşan kir ku wan hêz, israr û serîhildana li hemberî zilmê ji kesayeta dayika Ûweyş girtine û got: "Dayika Ûweyş rêber û şoreşgereke anî dinê ku ji bo mafên jinan tê dikoşe." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA