‘Sûcên li zindanên dewleta Tirk berdewam in û agahî ji girtiyan nayên wergirtin`

Endamê Yekitiya Bijîşkên Tirk Halîs Yerlikaya şert û mercên tecrîdê yên li girtîgehên dewleta Tirk nirxandin û got "Binpêkirina mafan li girtîgehan dewam dikin. Lê belê ji ber ku destûra hevdîtinan nayê dayîn, em jî di derbarê tenduristiya girtiyan de nikarin agahiyên zelal wergirin.”

‘Sûcên li zindanên dewleta Tirk berdewam in û agahî ji girtiyan nayên wergirtin`
11 nîsan, 2021   00:42
NAVENDA NÛÇEYAN- ZANA DENÎZ

Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) di 7'ê Gulana 2019'an de çû girava Îmraliyê. CPT’yê di rapora xwe de diyar kir ku ji serdana sala 2016’an û vir ve di sîstema girtîgehê de 'pêşketin' çênebûye.

Têkildarî grevên birçîbûnê yên ku girtiyan ji bo azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan da destpêkiririn, Koordînasyona Marmarayê ya Şopandina Grevên Birçîbûnê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ji sala 2000'î ve li girtîgehan bi awayekî sîstematîk tecrîda li ser girtiyan didome û ev yek jî gefê li tenduristî û jiyana girtiyan dixwe.

Endamê Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Dr. Halîs Yerlikaya rewşa tenduristiyê ya rêber Abdullah Ocalan ku 22 sal e lê tê girtin û pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên di greva birçîbûnê de, nirxandin.

Yerlikaya destnîşan kir ku bandora giran a vîrusa koronayê berdewam dike û got: "Agahiyên li ser kiryarên antîdemokratîk û binpêkirina mafên mirovan ji girtîgehan dewam dikin. Me gelek hişyarî dan lê guh nedanê. Mixabin gavên pêwîst neavêtin. Diyar e ku bergiriyên li girtîgehan ne bes in. Şert û mercên girtîgehan ji bo belavbûna vîrusa koronayê guncaw in. Di encama van şert û mercan de, di tevahiya pêvajoya pandemiyê de hejmareke zêde ya girtiyan nexweş ketin. Hat ragihandin ku ji ber vîrusê li girtîgehan hin kes mirine. Tevî ku gelek zagon hene jî, wan paşguh dikin û ev yek jî ji bo tenduristiya girtiyan xetereyeke mezin e.”

‘MAFÊN SEREKE YÊN GIRTIYAN ASTENG DIKIN’

Yerlikaya diyar kir ku xwegihandina mafê xizmetên tenduristiyê û mafê jiyanê ji bo girtiyan mafên herî bingehîn in û got: "Di hemû şertên hiqûqî de mafên girtî û hikûmxwaran ên di girtîgehan de bi tenduristî û parastinê tên misogerkirin. Berpirsyariya dewletan e ku ji bo parastina wan tedbîrên pêwîst bigirin. Me gelek caran bi bîr xist ku mirovên ku hatine girtin, sedema girtîbûna wan çi dibe bila bibe, nikarin ji xizmeta tenduristiyê û mafê jiyanê bê par bên hiştin."

Dr. Yerlikaya di dawiyê de wiha lê zêde kir:  "Ji ber ku destûr nayê dayîn heyetên serbixwe, bi taybetî bijîşk biçin girtîgehan, der barê girtiyan de agahiyên zelal nikarin bên wergirtin. Em hewl didin agahiyên bisînor ên li ber dest ên parêzeran û serdana girtiyan bişopînin. Ji ber grevên birçîbûnê yên di girtîgehan de û bi taybet di şert û mercên pandemiyê de rîskeke mezin e û gelekî tirsnak e. Ji bo rakirina şert û mercên rê li ber grevên birçîbûnê vedikin, divê bi girtiyan re diyalogê çêkin."

ANHA