​​​​​​​Ji bo hevdîtina bi rêber Ocalan re dîsa serlêdan hate kirin

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan, malbat û wasîyê wî bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

​​​​​​​Ji bo hevdîtina bi rêber Ocalan re dîsa serlêdan hate kirin
9 nîsan, 2021   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica, Faîk Ozgur, Cengiz Yureklî û Serbay Koklu serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzeran diyar kirin ew dixwazin roja duşemê muwekîlê xwe bibînin.

Birayê rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlûm Dînç jî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

Her wiha malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamilî Yildirim û Veysî Aktaş jî bi rêya parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

Ji ber îdîayên têkilî tenduristî û ewlehiya rêber Ocalan ji 14'ê Adarê û vir ve daxwaza ''hevdîtina lezginî'' tê kirin.

Ji 14'ê Adarê û vir ve 17 caran ji bo hevdîtinê serlêdan li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê, Hakimtiya Înfazê ya Bûrsayê û Wezareta Dadê hatine kirin.

2 caran jî serlêdan li Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê hatine kirin.

(cx)