Hêzên Ewlehiyê yên Rûsyayê hewldana êrişeke terorî ya Heyet Tehrîr El-Şam têk bir

Desteya Ewlehiyê ya Fedral a Rûsya ragihand ku du kes ji alîgirên çeteyên Heyet Terîr El-Şam ên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, dixwestin li Cizîra Qerm di saziyeke perwerdehiyê de teqînekê pêk bînin, hatin girtin.   

Hêzên Ewlehiyê yên Rûsyayê hewldana êrişeke terorî ya Heyet Tehrîr El-Şam têk bir
9 nîsan, 2021   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Ria Novosti ya Rûsya ragihand ku Desteya Ewlehiyê ya federal a Rûsya bi daxuyaniyekê diyar kir ku du hemwelatiyên ji Rûsya ku dîroka jidayîkbûna wan 1992 û 1999 in, dixwestin li bajarê Simferopol a parêzgeha komara Qerm bi mayînan êrişî saziyeke perwerdehiyê bikin, hatine girtin.

Desteya Ewlehiyê ya Federal destnîşan kir ku çekdaran plan kiribûn ku piştî êrişê, di rêya Ukranya û Tirkiye re derbasî Sûriyê bibin û tevlî refên çekdaran bibin.

Desteya Ewlehiyê ya Federal diyar kir ku endamên ewlehiyê li navenda bicihbûna girtiyan, madeyek teqînê û beşên çêkirina alavên teqîner dîtine. Her wiha perspektîf û nameyên bi dest hetine nivîsîn di navbera girtî û nûnerên çeteyan de destdeser kirine.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Heyet Tehrîr El-Şam berê li Sûriya bi navê Cebhet El-Nûsra dihat naskirin û navê wê di lîsteya terorê ya navneteweyî de ye, sala 2017'an navê Heyet Tehrîr El-Şam li xwe kir.

Her wiha Heyet Tehrîr El-Şam li kêleka hêzên dewleta Tirk a dagirker Idlib dagir kirine û bi hev re dixebitin, her wiha çete hemû piştgiriya xwe ji dewleta Tirk werdigirin.

Di destpêka meha Nîsanê de li Rûsya çend êriş hatin pêkanîn. Her wiha efserekî Rûsî kesek girt ku dixwest êrişekê li dijî rayederên ewlehiyê yên herêma Stavropol pêk bînin.

(dx)