Desteya Rûspiyan: Beşdarên ‘Kombûna Eşîrên Sûriyê’ leşkerên ajandeyên dewleta Tirk in

Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê “Kombûna Eşîrên Sûriyê” ku li gundê Idwaniyê yê Serêkaniyê ya dagirkirî hatibû lidarxistin, bi ‘leşkerên ajandeyên dewleta Tirk’ bi nav kir û got armanca wan sorkirina gel li dijî Rêveberiya Xweser û QSD`ê ye.

Desteya Rûspiyan: Beşdarên ‘Kombûna Eşîrên Sûriyê’ leşkerên ajandeyên dewleta Tirk in
9 nîsan, 2021   11:27
 NAVENDA NÛÇEYAN

Komeke kesên ku îdia kirin ku ew rûspiyên eşîrên Ereban ên Sûriyê ne, di 6`ê Nîsanê de li gundê Idwaniyê yê girêdayî bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî civiyan.

Wan kesan îdia kir ku ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ parêzvana şoreşê ye û meclisa qebîle û eşîran bi temamî piştgiriya wê dikin.

Çeteyên qaşo bi navê ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên hovane pêk anîn wekî kuştina Sekretera Giştî ya berê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef di 11`ê Cotmeha 2019`an de.

Her wiha komkujiya di 13`ê Cotmeha 2019`an de ya li dijî karwanê sivîlan pêk hatiye, ku ji bo piştgiriya xelkê Serêkaniyê berê xwe didan Serêkaniyê. Wan çeteyan her wiha milk û malên sivîlên herêmên dagirkirî talan kirin.

Komeke kesên li gundê Idwaniyê kom bûye, bi daxuyaniyekê xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tawanên bêbingeh tawanbar kirin. Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh têkildarî mijarê dauxyaniyek da û teqez kir ku ew kom li gorî berjewendiya dagirkeriya Tirk rastiya berovajî dike.

Desteyê di daxuyaniya xwe de got: “Komên ku parastina van kombûnan dikin, kiryarên li dijî ruhê nîştimanî, jiyana aştiyane û hevbeş û biratiya gelan pêk tînin.”

‘DEREW Û ÎDIAYÊN BÊ BINGEH’

Desteyê di dewama daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku “tiştên ku di daxuyaniya wan de hatine gotin, derew û bê bingeh in û tenê timayên dewleta Tirk ên tevlêkirina herêmên Sûriyê ji xala Tirkiyê re temsîl dikin. Dewleta Tirk a ku li dijî gelê Sûriyê terror pêk anî, desteka terorîstan kir û bazar bi xwîn, xak û xêr û bêrên gelê Sûriyê kir.”

Desteya Rûspiyan her wiha diyar kir ku mîna van civînan bandorê li hevgirtina nîştimanî û projeya li herêmê ku armanc dike guhertineke rastîn pêk bîne û Sûriyeke yekbûyî, demokratîk û nenavendî ava bike, nake.

 ‘TENÊ NÛNERTIYA XWE DIKIN ‘

Desteyê destnîşan kir ku beşdarên civînê tenê nûnertiya xwe dikin û ew kes leşkerên ajandeyên dewleta Tirk in ku dixwaze axa Sûriyê tev li Tirkiyê bike.

Her wiha daxuyand ku eşîrên welatparêz û pêkahteyên eşîran ên bi axa xwe ve girêdayî ne, xaka xwe parastin, li hemberî dagirkeriyê li ber xwe dan, teror tune kirin û hebûna pergala zordest li herêmên xwe red kirin. Desteyê her wiha da zanîn ku hemû pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Keldan, Ermen, Çerkez û Çeçan bi saya fedekariyên şehîdan bûn yek û ew nirx û ruhê şoreşa Sûriyê ya rastîn a li hemberî zordestiyê, terorê û dagirkeriyê temsîl dikin.

 ‘XIZMETA AJANDEYÊN DAGIRKERA TIRK DIKIN’

Desteyê di daxuyaniya xwe de helwesta xwe nîşan da û wiha got: “Ev civîn tenê nûnertiya çend kesên ku nayên naskirin û eşîrên resen ên herêmê temsîl nakin, dike.”

Desteyê teqez ki ku “ew xizmeta ajandeyên dewleta Tirk a dagirker dikin û hewl didin projeya nîştimanî ya li Sûriyê anku projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin. Bi komên terorîst ên çekdar û Îtîlafa Watanî re kar dikin ku êdî tiştek ji bilî pêkanîna ajandeiyên dagirkera Tirk di destê wê de nemaye. Ew ji nirxên eşîran û welatparêziyê dûr in.”

 ‘QSD AXA SÛRIYÊ PARAST’

Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku “ li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Rêveberiya Xweser axa Sûriyê parast, DAIŞ li Baxozê tune kir, li hemberî hovîtiya dewleta Tirk a dagirker li ber xwe da û ewlehî ji tevahiya pêkhateyan re peyda kir.”

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Kesên dixwazin teror û zordariyê tune bikin û Sûriyeyeke pirrengî û nenavendî ava bikin, divê desteka projeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.

Ev ne cara yekê ye ku mîna van civînan li herêmên di bin dagirkirina dewleta Tirk a dagirker de li dar dikevin. Armanca sereke ya wan civînan ew e ku ji bo razîkirina dewleta Tirk rastiyan berovajî bikin û gel li dijî Rêveberiya Xweser derxin.”

(şx)

ANHA