Malbatên çeteyên ku hewl didan ji kampa Holê birevin, hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li xeternaktirîn kampên cîhanê ‘Kampa Holê’ 13 endamên malbatên çeteyan û du ajokarên sûrî ku hewl didan ji kampê birevin, girtin. Wan kesan plan dikir ku birevin bajarê Girê Spî yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de.

Malbatên çeteyên ku hewl didan ji kampa Holê birevin, hatin girtin
9 nîsan, 2021   12:10
 HESEKÊ- EHMED MIHEMED

Nûçegihanê me ji Kampa Holê (45 km li rojhilatê bajarê Hesekê) ragihand ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn du ajokarên sehrîcên avê ku av digihandin kampê û 13 endamên malbatên çeteyan ku di nav de iraqî jî hebûn, girtin. Her du ajokaran hewl dan komeke penaberên Iraqê  ji kampê derxînin.

Hêzên ewlekariyê di dema kontrolkirina wesayitên ku diçin û tên kampê de, 13 çete (8 iraqî û 5 sûrî û ji wan 4 jin) di hundirê du sehrîcên avê yên dihatin kampê de, dîtin.

Nûçegihanê me destnîşan kir ku piştî wergirtina agahiyên li ser amadekariyên revê yên malbatên DAIŞ`ê yên ji Iraqê bi rêya sehrîcên avê, hêzên ewlekariyê yên li kampê hewldana çeteyan a revê têk bir. Nexasim ku navên wan di lêpirsînên bi çeteyên di Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de hatine girtin re, hatibûn dayîn.

Kampa Holê ji xeternaktirîn kampên cîhanê ye, ji ber ku bi hezaran malbatên DAIŞ`î û di nav de jin û zarokên ku fikrên DAIŞ`ê yên tundraw radikin, lê dimînin.

Di hevpeyvînên ku bi çeteyên hewl dane birevin re hatine çêkirin, çeteyan destnîşan kir ku wan niyet dikir birevin bajarê Girê Spî yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de.

Demeke berê jî ANHA`yê belgeyên ku navên çeteyên li Girê Spî û Serêkaniyê dimînin tê de hebûn ku endamên berê yên DAIŞ`ê û Heyet Tehrîr Şam bûn, belav kiribû.

(cx)

ANHA