Li Deraayê 3 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li gundearê parêzgeha Deraa ya başûrê Sûriyê 3 endamên hêzên hikumeta Şamê ji aliyê kesên nenas ve hatin kuştin.

Li Deraayê 3 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin
9 nîsan, 2021   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku vê berbangê li ser rêya Xebaxib a li gundewarê bakurê parêzgeha Deraayê hêzên şaxê ewlehiya siyasî yên hikumeta Şamê ji aliyê kesên nenas ve rastî kemînekê hatin. Di endamê de 3 endamên hêzên hikumetê hatin kuştin.

Li gorî daneyên SOHR`ê, ji Hezîrana 2019`an û vir ve li Deraayê û başûrê Sûriyê bi rêbazên cuda bi rêya teqîn, mayîn û gulebarandina ji aliyê şaneyên çekdar ve, 984 êriş û bûyerên kuştinê pêk hatine.

Her wiha hejmara kesên ku di wan êrişan de û di wê demê de hatine kuştin gihaşt 666`an, ku ji wan 185 sivîl in û di nav de 12 jin, 18 zarok in, her wiha 310 endamên hêzên hikumeta Şamê û hevkarên wan in. Her wiha 120 endamên komên ku rewşên xwe bi hikumetê re çareser kirine, 24 endamên komên girêdayî Hizubllahê û hêzên Îranê ne û 27 endamên koma bi navê “Feyleqa 5`an” in.

 (şx)