Li gundewarên Girkê Legê bi hezaran firindeyên kedîkirî mirar bûn

Ji ber belavbûna nexweşiya Newcastle bi hezaran mirîşk mirar bûn û gelek zirar gihaşt şêniyên gundewarên Girkê Legê.

Li gundewarên Girkê Legê bi hezaran firindeyên kedîkirî mirar bûn
Li gundewarên Girkê Legê bi hezaran firindeyên kedîkirî mirar bûn
Li gundewarên Girkê Legê bi hezaran firindeyên kedîkirî mirar bûn
Li gundewarên Girkê Legê bi hezaran firindeyên kedîkirî mirar bûn
Li gundewarên Girkê Legê bi hezaran firindeyên kedîkirî mirar bûn
9 nîsan, 2021   09:04
QAMIŞLO-KELSÛME ELÎ

Piraniya şêniyên gundewarên Gikê Legê herî zêde mirîşk, dîkên misirê, qaz û werdekan xwedî dikin.

Di demên dawîn de li gundewarên navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişloyê nexweşiya Newcastle anku taûna mirîşkan belav bû. Ji ber wê bi hezaran mirîşk mirar bûn.

Mirîşk ji jêderên sereke yên debara şêniyan e. Ji ber wê yekê şênî girîngiyeke mezin didin xwedîkirina mirîşkan ji ber ku lêçûnên wan kêm dibin.

Piraniya şêniyên gundan mirîşk û hêkên wan difiroşin, her wiha mezêxer jî kirîna berhemên wan di ser berhemên din re digirin.

Rêxistina Tenduristiya Lawiran a Cîhanê (World Organization for Animal Health) teqez dike ku nexweşiya Newcastle ku bi kurtenava (ND) tê naskirin, nexweşiyeke perok e û li seranserê cîhanê zêde belav dibe û hemû firinde pê dikevin.

Helîme Yûsif Omer ku şêniyeke gundê Sermsaxa Jorîn e, ji ber vê nexweşiyê derdora 70 mirîşkên wê mirar bûn. Helîmeyê got: “Ji bo peydakirina qûta xwe em van xwedî dikin. Lê ji ber belavbûna nexweşiyê zêdetirî 70 mirîşkên min mirar bûn. Ev yek zirareke mezin dide me. Me ew derman kirin lê dîsa jî mirar bûn.”

Şêniya bi navê Sûriye Hesen jî got: “Ji ber nexweşiya Newcastle zêdetirî 30 mirîşkên min mirar bûn.”

Li gorî bijîşkê lawiran Heysem Ehmed, nexweşiya Newcastle anku taûn nayê dermankirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/q5uWqAPtahM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>