Hêzên hikumeta Şamê careke din gundewarê Idlibê topbaran kir

Hêzên hikumeta Şamê îro careke din herêmên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê careke din gundewarê Idlibê topbaran kir
9 nîsan, 2021   09:10
 NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê vê sibehê herêmên li derdorê bajarê Erîha yê başûrê Idlibê û deverên din li Bare ya Çiyayê Zawiyê, topbaran kirin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê şeva din herêmên li Fetîre, Bare û derdorê Kensefre û Filêfil ên başûrê Idlibê topbaran kirin. Têkildarî wendahiyên canî tu agahî bi dest neketin.

Duh jî hêzên hikumeta Şamê herêmên li Çiyayê Zawiyê û gundewarê başûrê Idlibê topbaran kiribûn. Di heman demê de çeteyên dewleta Tirk kombûnên hêzên hikumetê li herêmê, hedef girtibû.

(cx)