Li Tebqayê hewldana kuştina rûspiyekî êla El-Ecîl

Duh bi şev li bajarê Tebqayê rûspiyekî êla El-Ecîl bû hedefa hewldana kuştinê û birîndar bû.

Li Tebqayê hewldana kuştina rûspiyekî êla El-Ecîl
9 nîsan, 2021   07:49
TEBQA

Li gorî çavkaniyên ji bajêr li kolana El-Erîd a li sûka navendî ya bajêr, 4 çekdarên nenas ku li erebeyekê siwar bûbûn, hewl da rûspiyê êla El-Ecîl Ebulkerîm Salih El-Hewaş bikujin.

Hate zanîn ku rewşa Ebulkerîm Salih El-Hewaş giran e û li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Heta niha Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê bûyerê de tu daxuyanî nedane.

(şx)

ANHA