​​​​​​​‛Divê her kes ji bo tenduristiya xwe pabendî qedexeya derketina derve be’

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya herêma Firatê Dr. Ehmed Mehmûd diyar kir ku belavbûna vîursa Koronayê li herêma Firatê hişt ku qedexeya derketina derve were ragihandin, ji ber vê yekê bang li her kesî kir ku li gorî tedbîrên qedexeya derketina derve tev bigerin.

​​​​​​​‛Divê her kes ji bo tenduristiya xwe pabendî qedexeya derketina derve be’
9 nîsan, 2021   05:11
KOBANÊ

Piştî li herêma Firatê vîrusa Koronayê zêde belav bû û welatî li gorî tedbîrên qedexeya beşî ya ku şaneya aloziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandibû tev negeriyan, şaneya aloziyê ya herêma Firatê 6`ê vê mehê bi armanca pêşîlêgirtina vîrusa Koronayê li herêmê qedexeya derketina derve ragihand û îro kete pratîkê.

Têkildarî qedexeya giştî ya li herêmê hatiye ragihandin, Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya herêma Firatê Dr. Ehmed Mehmûd axivî û got: "Roj bi roj hejmara pêketeyên vîrusa Koronayê zêdetir dibe, ji ber vê yekê şaneya aloziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara qedexeya beşî li ser welatiyan da, lê li gorî me şopandiye heta niha tiştek ji qedexeyê pêk nehatiye."

Dr. Ehemed Mehmûd da zanîn ku bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna pêla sêyem a vîrusa Koronayê, şaneya aloziyê ya Rêveberiya Xweser a herêma Firatê qedexeya giştî ferz kir û ev yek lê zêde kir: "Hêvî dikim ku her kes li gorî tedbîran tev bigerin û bi me re bibin alîkar, da ku pêşî li belavbûna vîrusê bigirin û tenduristiya her kesî misoger bikin."

Dr. Ehmed Mehmûd bang li her kesî kir ku bi awayekî cidî nêzî vîrûsê bibin, li gorî biryarên qedexeyê tev bigerin û wiha pê de çû: "Ji ber ku pêla sêyem xetere û ji pêlên beriya xwe zûtir belav dibe,  dihêle ku rêjeya miriyan zêdetir be."

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh ragihandibû ku 5 kesên bi vîrusa Koronayê ketibûn jiyana xwe ji dest da û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 200 kesên din bi vîrusê ketine ji wan 8 kes li  herêma Firatê ne.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 11 hezar û 533 kes bi vîrusê ketine ji wan 410 kes mirine û hezar û 351 jî baş bûne.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-xY-lL4-YoY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>