Rojnameyên erebî: Şertên DYA’yê yên rakirina cezayên li ser Sûriyê ji yên normalîzekirinê cuda ne

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa şertên DYA’yê yên ji bo normalîzekirina têkiliyên bi Sûriyê re, nîşaneyên ferzkirina cezayan li ser rayedarên Lubnanê ji aliyê Fransayê ve û piştigriya dîplomatîk a DYA’yê ji bo aloziya bendava Nehdayê kir.

Rojnameyên erebî: Şertên DYA’yê yên rakirina cezayên li ser Sûriyê ji yên normalîzekirinê cuda ne
9 nîsan, 2021   07:29
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ŞERTÊN DYA’YÊ YÊN JI BO NORMALÎZEKIRINA TÊKILIYÊN BI ŞAMÊ RE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat îro behsa şertên normalîzekirina têkiliyên bi hikumeta Şamê re kir û wiha got: “Li Washingtonê 7 şert ji bo rakirina Qanûna Qeyser û 6 şertên ji bo normalîzekirina têkiliyên bi Şamê re, hene. 4 ji wan vedigerin beriya 2011`an.

Rakirina cezayan mijareke sereke ya dan û standinên DYA-Rûsyayê yên ne eşkere yên salên 2019, 2020`an li Viyenayê û serdana wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov a dawiya sala 2019`an ji Washingtonê re bû. Berpirsekî rojavayî yê xwedî agahî ji Şerq El-Ewsat re diyar kir ku Rûsya ji ferzkirina cezayan li ser Sûriyê bi hêrs bûbû û gelek caran gotibû ku ceza dê bihêlin Sûriyê hilweşe.

Aliyê rûsî daxuyand ku bersiva DYA’yê wiha bû: “Wê cezayên ‘Qanûna Qeyser’ bên rakirin heke Şam, Moskov û Tehran 7 şertên qanûnê pêk anîn ku ew şert jî wiha ne:

1. Heke qada hewayî ya Sûriyê ji aliyê hikumeta Sûriyê û Rûsyayê ve ji bo hedefgirtina sivîlan nehat bikaranîn.

2. Heke herêmên ji aliyê hikumeta Sûriymê Rûsya û Îranê ve hatine dorpêçkirin ji derveyî alîkariyên navneteweyî nehatin hiştin û alîkariyên mirovî bi awayekî birêxistinkirî bigihêjinê.

3. Heke hikumeta Sûriyê hemû girtiyên siyasî berde û bihêle ku em bigihêjin hemû girtîgehên girêdayî wê da ku rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan lêpirsînan bikin.

4. Heke hêzên hikumeta Sûriye, Rûsya û Îranê bi zanabûn saziyên tenduristiyê û dibistanan hedef negirin.

5. Heke Şamê peymanên qedexekirina pêşxistina çekên kîmyewî pêk bîne û rê li belavbûna çekên nukleer bigire.

6. Heke hikumeta Sûriyê vegera ewle ya welatiyên Sûriyê dabîn bike.

7. Heke hikumeta Sûriyê ji bo kesên ku sûcên şer pêk anîne lêpirsîneke rastîn bide destpêkirin.

Li gorî çavkaniyên ji DYA’yê, şertên rakirina cezayan ji şertên normalîzekirina têkiliyên bi Şamê re cuda ne, ev şert jî wiha ne:

Yek; rawestandina destekdayîna terorê, du; rawestandina piştgirîdayîna Pasdarên Îranê û Hizbullahê, sê; gef li welatên cîran neyên xwarin, çar; bikarneanîna çekên rûxîner, pênc; vegera koçber û penaberan, şeş; têkoşîna li dijî kesên sûcên şer pêk anîne.”

‘BERSIVA ASTENGKERÊN ÇARESERIYA LI LUBNANÊ DÊ CEZAYÊN EWROPAYÊ BIN’

Rojnameya El-Ereb jî têkildarî aloziya siyasî ya li Lubnanê wiha nivîsî: “Fransa û welatên din ên Yekitiya Ewropayê ber bi ferzkirina cezayan li ser astengkerên çareseriya li Lubnanê ve diçin, piştî ku Parîsê hemû çareseriyên dîplomatîk bi kar anîn da ku bihêle hêzên siyasî yên Lubnanê hikumetek nû ava bikin.

Çavkaniyên fransî teqez kir ku ferzkirina cezayan li ser aliyên ku çareseriya li Lubnanê asteng dikin, tiştekî cidî ye û Yekitiya Ewropayê dê navên ku ceza li wan bên ferzkirin, nîqaş bike. Hate ragihandin ku dibe ku qedexeya çûna Ewropayê jî di nava cezayan de be.”

‘DYA PITŞGIRIYA ÇAERESERIYA DÎPLOMATÎK JI BO ALOZIYA BENDAVA NEHDAYÊ DIKE’

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî aloziya bendava Nehdayê wiha nivîsî: “DYA`yê duh bang li Misir, Sûdan û Etiyopyayê kir ku li ser maseya dan û standinan rûnin û aloziya bendava Nehdayê çareser bikin. Her wiha ragihand ku ew li dijî tedbîrên yekalî ye û baweriya wê bi çareseriya dîplomatîk heye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Samuel Warburg got dê welatê wî piştgiriya hewldanên çareserkirina aloziya Nehdayê, bidomîne.”

(cx)