ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-04-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-04-2021
8 nîsan, 2021   23:00

- Ajanê bi navê Mekrî Subhî Mekrî navên serçeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û serçeteyê DAIŞ`ê yên li Serêkaniyê eşkere kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyan dorpêça ku hikumeta Şamê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz kiriye, wek hewldanekê ji bo ku rewşê mîna beriya Adara 2011`an vegerîne bi nav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Dewleta Tirk a dagirker bi kêmkirina rêjeya ava çemê Firatê şerê gelê Sûriyê dike, di encama wê de kehrebe bi saetên dirêj li ser herêmê qut dibe, bandoreke neyinî li çandiniyê dike û buheyên sebzeyan di sûkan de bilind dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên navçeya Şedadê ya başûrê Hesekê got divê Şaneya Aloziyê biryarên hişktir bide da ku pêkanîna qedexeyê misoger bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Dayika şehîd Hevrîn Xelef bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku edaletê pêk bîne û çavên xwe li kiryarên dewleta Tirk negirin û got: "Ferq û cudabûn di navbera sûcên li dijî keça min Hevrîn û sûcên li dijî malbata Şenyaşar a li Bakurê Kurdistanê de tune ye." (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

- Lîstikvanên Teatra Sarya Baran ku di bin banê Hîlala Zêrîn de xebatên xwe berdewam dikin, çîrokan di studyoyên xwe de amade dikin û digihînin temaşevanan û hewl didin çanda çîrokan bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Xebatên axşûvkirinê (Xepartin) li zeviyên kemûn destpê kirin. Werşeyên karkeran jî xwestin heqdestiya rojane bê bilindkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Ji ber belavbûna nexweşiya Newcastle(dişibe nexweşiya koronayê) bi hezaran çûkên kedî mirin û gelek zirar bi şêniyên gundewarê Girkê Legê bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya herêma Firatê Dr. Ehmed Mehmûd diyar kir ku belavbûna vîursa Koronayê li herêma Firatê hişt ku qedexeya derketina derve were ragihandin, ji ber vê yekê bang li her kesî kir ku li gorî tedbîrên qedexeya derketina derve tev bigerin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA