'Hikumeta Şamê ji bo kontrolkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê dorpêçê bi kar tîne'

Şêniyan dorpêça ku hikumeta Şamê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz kiriye, wek hewldanekê ji bo ku rewşê mîna beriya Adara 2011`an vegerîne bi nav kir.

'Hikumeta Şamê ji bo kontrolkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê dorpêçê bi kar tîne'
9 nîsan, 2021   00:47
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Herêmên Rêveberiya Xweser bi 4 dergehan bi herêmên hikumeta Şamê ve girêdayî ne, wekî dergeha El-Tayha li rojavayê Minbicê, dergeha Tebqayê li rojavayê Reqayê, dergeha El-Ekêrşî li başûrê Reqayê û dergeha El-Salhiye li Dêrazorê.

Hikumeta Şamê di hewldanekê de ku dorpêça li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bike, nahêle madeyên xwarinê, sotemenî, derman û amûrên tenduristiyê, derbasî herêmê bibin.

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê diyar kirin ku ev dorpêç, berjewendiya aliyên ku hewl didin Sûriyê wêran bikin, pêk tîne.

Şêniyê bi navê Xalid Şêxo got: “Dijmin û kesên ku dixwazin aloziyê dirêj bike, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dorpêç dikin. Ji vê yekê armanc dikin ku di tevahiya waran de bi taybet aborî, sûdê bigirin.”

Şêxo wiha domand: “Qanûna Qeyser li ser hikumeta Şamê hat ferzkirin. Ew jî bi rêya girtina dergehan hewl didin dorpêçê li herêmên Rojava ferz bikin.”

Der barê armanca hikumeta Şamê ji dorpêçê Şêxo got: “Ew dixwazin vîna gelên herêmê bişkîne û rewşê mîna beriya 2011`an vegerîne da ku tawîzan bi dest bixin û gel li dijî Rêveberiya Xweser rabikin."

Xalid Şêxo destnîşan kir ku hikumeta Şamê bi girtina dergehan peyamekê dide Rêveberiya Xweser ku ruxmî ku sazî û Rêveberiya Xweser hatin avakirin, ruxmî biratiya gelan û ewlehiya ku pêk hatî ew dikare li ser asta aborî şerê herêmê bike.

Şêxo di dawiyê de got: “Girtina dergehan ji aliyê rejîma Baas ve, alîkariya alî û hêzan dike ku hewl didin Sûriyê wêran bikin û li ser astên siyasî û aborî parçe bikin.”

'HIKUMETA ŞAMÊ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ WEK BEŞEK JI SÛRIYÊ NABÎNE`

Şêniyê bi navê Osman Osman hişyarî da ku ji ber dorpêçê dê keraseteke mirovî li herêmê rû bide, nexasim ku vîrusa Koronayê belav bûye û tê payîn ku nirxên madeyên xwarinê û dermanan giran bibe.

Osman wiha dewam kir: “Hikumeta Sûriyê dê bi awayekî neyînî bandorê li gel bike.”

Têkildarî heman mijarê şêniyê bi navê Ebdulhekîm Mihemed wiha axivî: “Girtina dergehan dê bi awayekî neyînî bandor li me bike.”

Şêniyê bi navê Idrîs Mihemed jî pirsî: “Em sûrî ne, çima me wekî welatiyên sûrî nabînin? Bi çi mafî hikumeta Şamê dergehan digire? Gelo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne axa Sûriyê ye?”

(şx)

ANHA