​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 5 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da

Desteya Tenduristiyê îro ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 200 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 5 kesan jiyana xwe ji dest daye.

​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 5 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
8 nîsan, 2021   12:48
 NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 200 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine ku 121 mêr û 79 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 37

Qamişlo: 62

Dêrik: 39

Dirbêsiyê: 6

Reqa: 17

Tebqa: 26

Kobanê: 8

Minbic: 5

Ciwan Mistefa her wiha diyar kir ku 9 kesên din jî baş bûne.

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 11 hezar û 533 kes bi koronayê ketine, ji wan 410 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 351 kes baş bûne.

(cx)