Li Metîna û Bagokê 7 gerîla şehîd bûn

HPG'ê ragihand ku li Metînayê di 5'ê Nîsanê de gerîlayek û di 29'ê Adarê de li herêma Bagokê ya Mêrdînê jî 6 gerîla şehîd bûne.

Li Metîna û Bagokê 7 gerîla şehîd bûn
8 nîsan, 2021   13:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyand ku li Bagokê di operasyona leşkerî û bombebarana 2 rojan de 6 gerîla şehîd bûne. Her wiha 5'ê Nîsanê jî gerîlayek li herêma Metînayê di encama bombebaranê de şehîd bûye.

HPG’ê di daxuyaniyê de got: "29'ê Adarê saet di 14:00 li qada Kela Şehîdan a herêma Bagokê ya eyaleta Mêrdînê, li dijî komek ji hevrêyên me dema bi erka xwe radibûn, artêşa Tirk a dagirker dest bi operasyonekê kir. Dagirkeran bi balafirên şer sê saetan bombe li qadê barandin û piştre bi helîkopteran qad bombe kirin, leşker danîn herêmê. Di vê operasyona ku du rojan dewam kir, hevrêyên me Hewram, Rustem, Egîd, Rêber û Serhed û welatparêzekî me yê bi navê Hakî di şer û bombebaranê de şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya şehîdên me piştî ku eşkere bûn wê bi gelê me û raya giştî re bên parvekirin."

HPG'ê ragihand ku 5'ê Nîsanê li qada Tepê Ortê yê herêma Metînayê di encama bombebaranê de gerîlayek şehîd bû. Nasnameya gerîlayê şehîd wiah ye:

 

Nasnav: Mervan Gabar
Nav û paşnav: Yûnis Ozata
Cihê jidayikbûnê: Qereyazî
Dayik û bav: Şerefnaz-Seyît Batal
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Nîsana 2021 / Metîna

Di heman daxuyaniyê de li ser gerîlayê li Metînayê şehîd bûye, ev agahî hatin dayîn: "Hevrêyê me Mervan li Erziromê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, bi çanda berxwedêr a nirxên xelkê Serhedê yê berxwedêr mezin bû. Bi bandora çalakiyên hêzên me yên gerîla yên li herêma Serhedê li dijî dijminê dagirker kirin, hevrêyê me Mervan têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hîn ji nêz ve nas kir û di demekê de ku dijminê qirker heta jê dihat êrişî gelê Kurd û nirxên gel dikir, tevlî nava refên gerîla bû. Ji roja ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve bi kesayetiya xwe ya durust û kedkar, li her qadê ji bilî serketinê ti pîvan ji xwe re qebûl nekir. Di çarçoveya jinûve avakirinê de ya tevgera me, di afirandina gerîlatiya nûjen a serdemê de hevrêyê me Mervan kete nava lêgerîn û kûrbûneke mezin. Li ser bingeha felsefe û îdeolojiya Apoyî bi daxwazeke mezin tevlî karên perwerdeyê bû û di paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê de xwe şareza kir û bû milîtanekî Apoyî. Hevrêyê me Mervan ku bi kesayetiya xwe ya milîtaniya Apoyî û nûnertiya baş a hevrêtiyê, bi sekna xwe ya sade, bi biryar û tevlîbûna xwe ya bêteredût, bi wêrekiya xwe bû mînak ji hevrêyên xwe re. Em soza xwe dubare dikin ku bi mînaka sekn, tevlîbûn û wêrekiya hevrê Mervan em ê têkoşîna xwe mezin bikin û meşa xwe ya Rêberê Azad, Kurdistana Azad bigihînin serkeftinê."

HPG'ê ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî xwest.

Her wiha li gorî daxuyaniyê, 6'ê Nîsanê saet di navbera 17:30-18:00 de li qada Garê ya herêma Garê zeviyên gundê Yekmalê bi balafirên şer hatin bombebarankirin. HPG'ê diyar kir ku di vê bombebaranê de tiştek bi hêzên wan nehatiye.