Deweriyeya 45`emîn a Rûsya û artêşa Tirk li rojavayê Dirbêsiyê pêk hat

Îro polîsên leşkerî yên Rûsyayê û artêşa Tirk a dagirker li gundewarên rojavayê navçeya Dirbêsiyê dewriyeyeke hevbeş meşand.

Deweriyeya 45`emîn a Rûsya û artêşa Tirk li rojavayê Dirbêsiyê pêk hat
8 nîsan, 2021   12:46
HESEKÊ

Dewriyeya hevbeş a Rûsya-dewleta Tirk ji dergeha Şêrik a sînorî (13 km li rojavayê navenda navçeya Dirbêsiyê) dest pê kir. Dewriye ji 5 panzêrên Rûsyayê, 4 panzêrên dewleta Tirk û 2 helîkopterên Rûsyayê pêk hat.

Dewriyeya hevbeş di gundên Şêrik, Delîk, Melêk, Bîrkinîs, Qêrewan, Zehir El-Ereb, Xezne, Îbrahîmiyê, Feqîre û Hilêwa yên rojavayê navçeya Dirbêsiyê re geriya.

Piştre panzêrên dagirkeriya Tirk vegeriyan xaka Tirkiyê û panzêrên Rûsyayê jî vegeriyan baregeha Rûsyayê ya li Qamişloyê.

Ji dema îmzekirina Peymana Soçiyê de (22 Cotmeh 2019), ev dewriyeya 45`emîn a Rûsya û dewleta Tirk a dagirker e.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OGrtPWZ24Tw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>