Li Nexweşxaneya Kobanê yekemîn emeliyata dil

Piştî 5 rojan ji vekirina beşa emeliyatên dil, vê sibehê yekemîn emeliyata dil li Nexweşxaneya Kobanê bi serkeftî pêk hat.

Li Nexweşxaneya Kobanê yekemîn emeliyata dil
8 nîsan, 2021   12:32
 KOBANÊ

Emeliyata dil ji jineke (54) ji Kobanê re bi çavdêriya bijîşkên pispor li beşa emeliyatên dil (qestera) a Nexweşxaneya Kobanê pêk hat û serkeftî bû.

Ji bo kêmkirina azarên nexweşan û kêmkirina lêçûnên tenduristiyê, Nexweşxaneya Kobanê cara yekê di 3`yê Nîsanê de bi piştgiriya Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê beşa emeliyatên dil vekir.

Têkildarî yekemîn emeliyatê Dr. Ehmed Ewnî Bozan diyar kir ku emeliyat serkeftî bû, nêzî saet û nîvekê dewam kir û bi çavdêriya kadroyên tenduristiyê yên wê beşî pêk hatiye.

Dr. Ewnî diyar kir ku rewşa nexweşê baş e û dê 24 saetan di bin çavdêriyê de bimîne.

Di beşa emeliyatên dil de 4 bijîşkên nexweşiyên dil ên pispor û 10 hemşîre û alîkar dixebitin.

Li gorî bijîşkên beşê, ji bilî rewşên lezgîn wê ji îro ve 3 nexweşên dil derman bikin, her wiha piştî teşxîskirina ji aliyê bijîşkan ve, dê li gorî pêwîstiyê emeliyatan bikin.

Kurê jina ku emeliyat bûye Ehmed Mistefa jî diyar kir ku ew spasiya rêveberiya Nexweşxaneya Kobanê dikin, ji ber ku ev beşa girîng li bajêr vekiriye. Mistefa destnîşan kir ku vê beşe ew ji zehmetiya rêwîtiyê xilas kirine û lêçûna emeliyatê li ser wan sivik kiriye û spasiya bijîşkan kir.

Hêjayî gotinê ye ku emeliyat bi nîvê nirxê emeliyatên li nexweşxaneyên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

Beriya beşa emeliyatên dil li Kobanê bê vekirin, nexweşan ji bo çêkirina emeliyatan berê xwe dida herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji ber wê yekê pereyên zêde xerc dikirin û gelek zehmetî di rê de dikişandin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6d1LH1RgAa8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>