Komîteya Şaredariyan gelek projeyên xizmetguzarî di dema qedexeyê de pêk tîne

Piştî giştînameya bi jimareya 84 ku ji hêla Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya girêdayî qedexeya giştî li Reqayê derketiye û duh ketiye pratîkê, bi wê re komîteya şaredariyan a Reqayê lez kir ku sûdê ji qedexeyê û tunebûna tevgera çûn û hatinê bigire, da ku kavilên li bajêr mayî, derxe derve.

Komîteya Şaredariyan gelek projeyên xizmetguzarî di dema qedexeyê de pêk tîne
8 nîsan, 2021   09:18
REQA

Li herêmên Bakur û Rojhilê Sûriyê bi belavbûna vîrusa Koronayê re û bilindbûna rêjeya pêketiyan Rêveberiya Xweser giştînameyek bi hejmara 84`an û di 3`yê Nîsanê de derxist. Di giştînameyê îşaret pê hat kirin ku qedexeya derketina derve ya li bajarê Reqayê ji duh ve 6`ê Nîsanê kete pratîkê û dê heta 12`yê heman mehê berdewam bike. Li ser vê bingehê Komîteya Şaredariyan a Reqayê ku endamekî şaneya aloziyê ye gelek tedbîr girtin, jê jî di divê di dema qedexeyê de çûn û hatina li kolan û qadan were ragihandin da ku kavilan veguhezînin û kolanan berfireh bikin, di heman demê de dewriyeyên nivsîgeha dîsplînkirî ya zanakirina welatiyan zêde bikin, da ku welatiyan der barê xweparastina ji vîrusa Koronayê hişyar bikin.  

Endamê Rêveberiya Komîteya Rêveberiya Jînegeh û Şaredariyan û endamê şaneya aloziyê Ehmed Xidir da zanîn ku erka komîteyê ya di dema qedexeyê de ew e ku dewriyeyên xwe yên girêdayî girtina xwaringehan, dikanên bazirganiyê û qedexeya çûn û hatina li baxçeyên giştî zêde bike. Her wiha ji bo di dema qedexeyê de kombûn li baxçeyan çênebe û da ku liv û tevgera wesayitên veguhazandinê yên giştî yên girêdayî şaredariyê rawestînin, wan nobetdarek erkdar kiriye.

Ehmed Xidir diyar kir ku komîteyê gelek tedbîrên parastinê ji bo karkerên paqijiyê û karkerên veguhazandina kavilan girtine, her wiha plansaziya sûdgirtina ji dema qedexeyê û rawestandina tevgera şênî û erebeyan danîne, da ku kavilan veguhêzin derveyî bajêr.

Ehmed Xidir bang li welatiyan kir ku bi şaneya aloziyê re alîkar bin da ku pêşî li belavbûna vîrusa Koronayê bigirin û li gorî encamên civînên şaneya aloziyê yên têkildarî pêşîlêgirtina belavkirina vîrusê tev bigerin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Wo-XV1mdz5o" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>