Di çalakiyên HRE’yê yên dawîn de 14 leşker û çete hatin kuştin

Di çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê yên ji 19’ê Adarê heta 7’ê Nîsanê de 9 leşkerên artêşa Tirk  û 5 çete hatin kuştin û 12 çete û leşker jî birîndar bûn.

Di çalakiyên HRE’yê yên dawîn de 14 leşker û çete hatin kuştin
8 nîsan, 2021   09:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) îro têkildarî çalakiyên xwe yên dawîn ên li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê daxuyaniyeke nivîskî da.

HRE’yê daxuyand ku di çalakiyên wan ên ji 19’ê Adarê heta 7’ê Nîsanê de 9 leşkerên artêşa Tirk û 5 çete hatine kuştin, her wiha 10 leşker û 2 çete jî birîndar bûne.

HRE’yê di daxuyaniya xwe de ev agahî dan:

 “Artêşa Tirk a dagirker di pêvajoya Newrozê de, di serî de herêmên Şera û Şerawa, gelek herêm bi dijwarî topbaran kirin. Hêzên me li hember vê di çarçoveya bersivdayînê de gelek çalakî li dar xistin. Di vê çarçoveyê de;

Roja 19’ê Adarê, li taxa Zeîdiyê ya bajarê Efrînê, di encama çalakiyeke sabotajê de, 2 çete hatin kuştin, çeteyek birîndar bû.

Roja 20’ê Adarê, li bajarê Efrînê seyareyek çeteyan hat rûxandin.

Roja 24’ê Adarê, li gundê Kizilbaş ê girêdayî Bilbilê, di encama çalakiyeke sabotajê de 2 çete hatin kuştin, çeteyek birîndar bû. Her wiha seyareyek hat rûxandin.

Roja 28’ê Adarê, li bajaroka Marê li hember baregeheke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek taybet hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî brîndar bûn. Her wiha 2 noqteyên leşkeran hatin rûxandin.

Heman rojê, li gundê Celemê yê girêdayî Cindiresê, di encama çalakiyekê de çeteyek hat kuştin.

Roja 7’ê Nîsanê, li Mareyê li hember baregeheke din a artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de, leşkerek hat kuştin, 3 leşker jî brîndar bûn. Her wiha seyareyek kar hat rûxandin.

Topbaranên artêşa Tirk a dagirker bi taybetî roja 7’ê Nîsanê de pir dijwar bû û di encama vê topbaranê de zarok jî tê de, gelek welatiyên sivîl birîndar bûn. Li hember vê yekê, hêzên me roja 7’ê Nîsanê çalakiyek taybet a bersivdayînê li dar xist. Ev çalakî li derdora gundê Gobelê yê Efrînê li hember yekîneyeke kemînê ya artêşa Tirk a dagirker hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.

Di encama wan çalakiyan de bi giştî; 5 çete û 9 leşker hatin kuştin, 2 çete û 10 leşker jî birîndar bûn.”