Li Iraqê di mehekê de 60 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin

Îro hêzên Iraqê ragihand ku di çarçoveya operasyona “El-Esed El-Muteîhîb” de ku meha borî dest pê kiribû, 60 çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin.

Li Iraqê di mehekê de 60 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin
7 nîsan, 2021   12:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî tora Sûmeriyê, berdevkê fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê mîralay Yehya Resûl bi daxuyaniyekê got: “Meha borî operasyona ‘El-Esed El-Muteîhîb’ hatibû destpêkirin, di encamê de 120 şikeft û cihên çeteyan hatibûn rûxandin û 27 çeteyên DAIŞ`ê hatibûn kuştin. Piştre, saziya têkoşîna li dijî terorê tevgerên çeteyan şopandin.”

Yehya Resûl diyar kir ku piştî ku cihên çeteyan hatin tesbîtkirin, di 25`ê Adarê de cihên ku bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê xwe lê veşartibûn bi dijwarî hatin bombebarankirin û temamî hatin rûxandin.

Li gorî daxuyaniyê, di bombebaranê de bi operasyoneke taktîkî ya taybet a nû û profesyonel, 60 terorîstên ji bermahiyên DAIŞ`ê hatin kuştin.

(cx)