Balafirên şer ên Rûsyayê çolistana Sûriyê bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê nêzî 85 caran herêmên cuda yên çolistana Sûriyê bombebaran kirin, her wiha di saetên dawîn de hêzên hikumeta Şamê bi helîkopteran zêdetirî 10 bermîlên teqemeniyê avêtin herêmên belavbûna çeteyên DAIŞ'ê.  

Balafirên şer ên Rûsyayê çolistana Sûriyê bombebaran kir
7 nîsan, 2021   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Rûsyayê deverên belavbûna çeteyên DAIŞ'ê kirin hedef. Her wiha zêdetirî 85 caran şikeftên li sêgoşeya Heleb-Hema-Reqa û çolistana Dêrazor, Humis û Reqayê bombebaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê bi helîkopteran zêdetirî 10 bermîlên teqemeniyê avêtin herêmên belavbûna çeteyên DAIŞ'ê yên li çolistana Sûriyê.

SOHR'ê diyar kir ku balafirên şer ên Rûsyayê di 4 rojan de zêdetirî 295 caran herêmên belavbûna çeteyên DAIŞ'ê bombebaran kirin. Di encamê de herî kêm 29 çete hatin kuştin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên DAIŞ'ê nuqteyên di bin serweriya hikumeta Şamê de yên li herêma El-Ziwêne û herêmên din ên navçeya Iqêrbet ên gundewarên rojhilatê Hemayê, kirin hedef.

Çeteyên DAIŞ'ê 8 endamên polîsên hikumeta Şamê dîl girtin û 11 sivîl ji navçeya El-Seîn revandin. Her wiha 40 kes jî winda ne.

(dx)