Şaredariya Gel a Qamişloyê dest bi hemleya paqijiyê kir

Şaredariya Gel a Qamişloyê ji bo rêgirtina li ber pandemiya vîrusa koronayê (Covid-19) kolanên sereke yên Qamişloyê paqij kirin û dê di rojên bê de bên dezenfektekirin.

Şaredariya Gel a Qamişloyê dest bi hemleya paqijiyê kir
7 nîsan, 2021   09:48
QAMIŞLO

Şaneya aloziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî ku hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li herêmê zêde bû, qedexeya giştî li Qamişlo, Hesekê û Reqayê ragihand.

Şaredariya Gel a Qamişloyê ji bo rêgirtina li ber nexweşiya koronayê, îro ji seatên sibehê ve dest bi hemleya paqijiyê kir.

Rêveberê Nivîsgeha Beşa Paqijiyê ya Şaredariya Gel a Qamişloyê ye Mihemed Bekir diyar kir ku ew ê di vê hemleyê de kolanên sereke paqij bikin û got: “Hetanî bi bidawîkirina qedexeyê ew ê hemleya me dewam bike.”

Bekir da zanîn ku hemleya wan ji Çerxerêya Osman Sebrî dest pê kir û dê heta Çerxerêya Sewamiyê dewam bike. Bekir diyar kir ku piştî bidawîkirina paqijkirinê ew ê Nivîsgeha Jîngehê ya Şaredariya Gel a Qamişloyê dest bi hemleya dezenfektekirinê bike û wiha got: "40 karker cihê xwe di hemleyê digirin."

Rêveberê Nivîsgeha Beşê Paqijiyê ya Şaredariya Gel a Qamişloyê Mihemed Bekir bang li gelê Qamişloyê kir ku xwe ji nexweşiya koronayê biparêze.

Dê qedexeya li Qamişloyê hetanî 12`ê vê mehê dewam bike û li gorî pêketiyan dibe ku şaneya aloziyê dema qedexeya giştî dirêj bike.

Hejmara daneyên giştî yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha gihaştiye 11 hezar û 92 kesî ku bi koronayê ketine, ji wan 400 kesî jiyana xwe ji dest daye û hezar û 340 kes jî baş bûne.  

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4PasVryyRIU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>