Li Til Temirê hemleya hişyarkirina ji vîrusa koronayê

Gerînendetiya Tenduristiyê ya navçeya Til Temirm hemleyek hişyarkirinê da destpêkirin, tê de bang li şêniyan dike ku ji bo rêgirtina li ber belavbûna vîrusa koronayê (Covid-19) perspektîfên tenduristiyê pêk bînin.

Li Til Temirê hemleya hişyarkirina ji vîrusa koronayê
7 nîsan, 2021   11:01
HESEKÊ

Hemle hemwextî rewşa qedexeya derketinê ya beşî ya li navçeyê pêk tê ku piştî belavbûna zêde ya vîrusa koronayê li herêmê hate ragihadin.

Di hemleyê de, kadroyên tenduristiyê bang li şêniyên navçeya Til Temirê dikin ku ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa koronayê rêbazên xweparastinê û perspektîfên tenduristiyê pêk bînin.

Di çarçoveya hemleyê de, belavokên li ser rêbazên xweparastinê tên belavkirin, maskên tenduristiyê tên pêşkêşkirin û germahiya laşê şêniyan tê pîvan.

Endama Gerînendetiya Tenduristiyê ya Serêkaniyê Rîma Reso li ser hemleyê ku îro dest pê kiriye, got: “Hemleya ku me îro li Til Temirê daye destpêkirin, ji bo hişyarkirin û zanakirina şêniyan e da ku pêşî li belavbûna vîrusa koronayê bê girtin. Her wiha belavok tên belavkirin.”

Rîma daxuyand ku rêbaza herî baş a xweparastina ji vîrusê, mayîna li malê ye.

Endamê Heyva Sor a Kurdî Nîzar Elî jî wiha axivî: “Em bi rêya gerên xwe li sûkan hewl didin têgehên dûrbûna civakî, lixwekirina maskên tenduristiyê û dezenfektekirinê di nava xelkê de belav bikin.”

Elî bang li hemû kesên ku nîşaneyên vîrusê li wan xuya dikin, kir ku berê xew bidin nexweşxaneya Til Temirê.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OCAEmnuawF8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>