Şêniyên Qamişloyê banga pêkanîna tedbîrên Şaneya Aloziyê kir

Şêniyên kantona Qamişlo got, biryara qedexeya giştî dê hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê kêm bike, Rêveberiya Navenda Jiyan a COVID-19 piştrast kir ku hejmara kesên ku testan çêdikin rojane digihêje 30 kesan.

Şêniyên Qamişloyê banga pêkanîna tedbîrên Şaneya Aloziyê kir
7 nîsan, 2021   08:08
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Di demên dawî de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê zêdetir bûye, nexasim piştî ku pêla sêyemîn a vîrusê derbasî herêmê bû. Bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa Koronayê Desteya Tenduristiyê ji 6`ê Nîsanê û heta 12`ê heman mehê li Qamişlo, Hesekê û Reqayê qedexeya giştî û li herêmên din jî qedexeya beşî ragihand.

Heta kêliya amadekirina vê raportê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara kesên bi vîrusê ketine gihaştiye 11 hezar û 92 kesan ji wan 400 kes mirine û hezar û 340 kes baş bûne.

Li gorî nêrînên şêniyên bajarê Qamişlo, qedexeya giştî dê hejmara kesên bi vîrusê dikevin kêm bike, ji ber vê yekê bang li her kes kirin ku li gorî biryarên ku Şaneya Aloziyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dane, tev bigerin.

TEDBÎRÊN XWEPARASTINÊ

Şêniyê bi navê Mihemed Nûr Elî biryara qedexeya derketina derve ya li herêmê erênî nirxand û got ger şêniyên herêmê van tedbîran pêk neyinîn dê vîrus hîn zêdetir li herêmê belav bibe. Mihemed Nûr ev yek li gotina xwe zêde kir:"Vîrusa Koronayê ya nû li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zû belav bû, ji ber vê yekê divê em li gorî tedbîrîn şaneyê tev bigerin, parastina xwe û civaka xwe ji  vê vîrusê bikin."

/ar/uploads/files/2021/04/07/081345_kwhdar.webp

Şêniyê bi navê Guhdar Hec jî axivî û da zanîn ku sedema belavbûna vîrusê li herêmê ji ber nepêkanîna tedbîrên xweparastinê ye û bi van xalan dawî li axaftina xwe anî: "Heta niha tu dewletên zilhêz pirsa rewşa gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê nekirin û heta derzî neşandin herêmê, ji ber vê yekê divê em xwe biparêzin."

/ar/uploads/files/2021/04/07/080452_mydya-hsn.webp

Şêniya bi navê Medya Hesen jî bal kişand ser girîngiya pêkanîna tedbîrên xweparastina ji vîrusa koronayê û got:"Vîrusa Koronayê pir xeter e û divê mirov bi çavekî biçûk lê nenêre."

ꞌPEYWENDIYA BI HEYVA SOR A KURD REꞌ

/ar/uploads/files/2021/04/07/081446_altqat.webp

Dr Civîn Silêman a ku di Navenda Jiyan a COVID-19 a li Qamişloyê dixebite de got piştî ku pêla sêyem a vîrusê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû hejmara pêkhateyan zêdetir bûye û got: "Rojane derdora 30 kesan testên xwe çêdikin, heta hejmara kesên li nexweşxaneyê bi vîrusê ketine jî zêdtir bûye, ji ber ku nîşaneyên hîn xetertir in."

Civîn Silêman bang li şêniyan kir ku dema rewşên bi guman hebin yekser bi Heyva Sor a Kurd an jî bi navenda Jiyan re peywendiyê deynin û got: "Em hemû kesên bi vîrusê pêşwazî dikin hin caran dema ku welatî bi me re peywendiyê datînin, rewşa hinan ji wan ne baş  e ji lew re em diçine malên wan û testên pêwîst çêdikin.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 20`ê meha Kanûna 2020`an li Qamişloyê navenda Jiyan a COVID-19 vekir û ji 18`ê Sibata 2021`ê ve dest bi pêşwazîkirina pêketiyan kir.

Şaneya Aloziyê ya herêma Cizîrê 4 hejmara ji bo odeya rewşên awarte yên li herêmê diyar kiriye ew ku jî ev in" 0949356870, 0998939754,09811371135, 0949359179."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bBWW0CEpAE4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>