Şert û mercên guncav…Gelo dibe di demeke nêz de hikumeta Lubnanê ava bibe?

Piştî ku nîşaneyên pêşketinê li ser gelek astan diyar bûn ku forma sê-heşt a hikumeta ku ji 24 wezîran pêk tê, were bikaranîn, avakirina hikumeta Lubnanê bi metirsiyên xirabbûna şert û mercên erênî yên ku di vê dawiyê de çêbûne, rû bi rû maye.

Şert û mercên guncav…Gelo dibe di demeke nêz de hikumeta Lubnanê ava bibe?
7 nîsan, 2021   01:43
BEYRÛT-ZIYAD EBÛ XEZALE

Ji agirbesta ku di cejna Fisih de xuya bû, aramkirina eniya Bêt El-West -Beebda, li gel rawestandina nîqaşên tund ên di navbera wan de, pêvajoyeke cuda û daxwazeke xurt ji aliyê hêzên hundirîn ve xuya dikin ku dixwazin aloziya sazkirina hikumetê bi dawî bikin. Bi taybet li gel ku gelek hêz di bin bandora aliyên navneteweyî de ne ku fişar û gefa ferzkirina cezayan li rayedaran dixwin da ku hikumetê ava bikin. Her du serokan Mişêl Ewn û Seid El-Herîrî neçar in bi hev re kar bikin û bigihêjin çareseriyekê. Nexasim ku êdî şert û mercên navneteweyî ji bo dîtina çareseriyekê re guncaw in. Gelo dibe ku di rojên bê de, hikumeta nû ya Lubnanê ava bibe?

PIRGIRÊKÊN HIKUMETÊ

Rojnamevanê lubnanî Nezîr Rida ji ANHA`yê re axivî û got: “Diyar e ku fişarek ji aliyê Fransa ve û li ser asta navneteweyî heye da ku hikumet were avakirin. Lê ev şert û mercên erênî hîna encama ku tê xwestin nedane. Ne diyar e ku ev girêk bi temamî hatine çareserkirin. Zêdetirî girêkekê heye ku li pêşiya avakirina hikumetê dibin bend. Li rex zêdetirî nîvê astengbûyî, ku El-Herîrî hebûna wê di hikumeta xwe de ya bi piştgiriya serokê parlamentoyê Nebîh Berî û serokê Şepala Pêşverû ya Sosyalîst Welîd Cumblat red dike, hejmara endamên hikumetê heye ku xuyaye dê bilind bibe û dê mîna ku El-Herîrî plan kiriye 18 wezîr nemîne.“

Rida wiha domand: “Ruxmî tunebûna tu însiyatîfeke hundirîn a çalak û rasteqîn ku dikare fişarê bike da ku avakirina hikumeta Lubnanê ya nû were ragihandin, pirsgirêk di belavkirina kotayan li ser esasê mezhebî û hêzên siyasî de hene. Ji wan yên herî girîng kotayên Edlê û Hundirîn. Li ser van her du kotayan jî dan û standin berdewam in.”

GELO HIZBULLAH DÊ TEV LI HIKÛMETÊ BIBE?

Der barê pirsa ku Hizbullah dê beşdarî hikûmetê bibe, Rida ev bersiv da: “Bawer nakim ku doza beşdarbûna Hizbullahê di hikumetê de dê bibe astengiyên pêşîn ên pirsgirêkin bi awayekî yekser tev lê nabin. Li gorî agahiyan kesek li dijî navên şîî yên ku ji bo kotayan hatine diyarkirin, derneketiye. Bi taybet ku nûnertiya Hizbullahê bi awayekî neyekser tê kirin. Dibe ku hinek wezîr bi erêkirina serokê parlamentoyê Nebîh Berî werin diyarkirin. Lê ew ne girêdayî tu partiyekê ne. Binavkirin bi erêkirina Berî re tê kirin ku nûnertiya partiya wî di hikumetê de tune ye.”

Têkildarî plansaziya hikumeta ku tê payîn were avakirin Nezîr Rida got: “Piştî ku hikumet ava bibe, gelek planên guhertinê dê pêk werin. Ji budceya giştî destpê dike ku hikumet li ser wê siyaseta xwe aborî xêz bike. Ev gava yekemîn a ber bi guhertinê ve ye. Gavek bingehîn e da ku mizaxtkirin were oranîzekirin. Dê gelek qanûnên reformê yên ji aliyê civaka navneteweyî ve hatine xwestin pêk werin. Di serî de plansaziya kehrebeyê yan jî guhertina wê da ku rê li pêşiya xerckirina zêde ya budceya malî ya giştî bê girtin. Teqez hikumet dê desteke navneteweyî wergire. Civaka navneteweyî eleqedariyeke mezin di vî warî de nîşan dide. Dûrî deteyan, ev hikumet ji bo destpêkirina guhertinan gelek pêwîst e. Da ku domandina civaka lubnanî misoger bibe, ji aloziya ku tê re derbas dibe xilas bibe. Her wiha dê hikumet tedbîrên pêwîst têkildarî banka Lubnanê bigire.”

HIKUMET AN JÎ CEZA

Îro Parîs û Yekitiya Ewropayê (YE) makenîzmeya ferzkirina cezayan li ser rayedarên lubnanê yan jî bazirganên ku bi wan ve girêdayî ne yan jî bi hev re şirîk in, dinirxîne.

Li gorî agahiyan, ceza dê li kesên nêzî serokkomarê û zavayî wê serokê Şepala Nîştimanî ya Azad Cubran Pasîl werin birîn. Fransa wan her duyan wek berpirsên astengkirina avakirina hikumetê dibîne. Pasîl jî girîngiyê nade mîna van cezayan nexasim ku ji aliyê Amerîkayê ve hat cezakirin.

FRANSA Û EREBISTANA SIÛDÎ: HIKUMET AVA KIRIN

Serokatiya Fransayê ragihand ku serok Emmanuel Macron û serokê Erebistana Siûdî emir Mihemed Bin Salim bi heman nêrînê li hikumeta bi bawerî li Lubnanê dinihêrin da ku wê ji aloziya wê derxînin.

EREBISTANA SIÛDÎ JI DESTEKDAYÎNÊ RE AMADE YE

Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî emîr Feysel Bin Ferhan ji CNN a Amerîkayê re wiha got: "Erebistana Siûdî bi hêvî ye ku siyasetmedarên Lubnanê karibin li hev bicivin da ku ajandeyê rast ava bikin û heger vê yekê bikin em ê destekê bidin wan."

Têkildarî pirsa ku heger Erebistana Siûdî ji bo destekdayîna serokwezîrê hatiye erkdarkirin Seid El-Herîr amade ye Bin Ferhan Îşaret pê kir ku Erebistana Siûdî amade destekê bide çi kesê li Lubnanê ku karibe ajandeyên sererastkirinê ava bike.

GELO EL-HERÎRÎ BERÊ XWE BIDE PUTIN?

Moskov ji zêdetirîn welatên ku bang li rêveberên Lubnanê dike ku lihevkirinekê ji bo rizgarkirina welêt ji dojehê, derxînin, pêk bîne. Ji bo îhtîmalên derketina binpêkirinan ezmûnek çêkir lê di zûtirîn dem de tê gihişt ku girêkên li Lubnanê hîn gelek in û ji bo wê jî di zûtirîn dem de rawestiya. 

Moskova baş zane ku bi tena xwe nikare derbasî însiyatîfa çareserkirina aloziya Lubnan bi hevalbendên weke Fransa, Îran û Erebistana Siûdî re bibe. Heta vê saetê jî bi aloziya hundirîn û şerê derve re mijûl e û tu girîngî nedaya dosyayên herêmê di navde dosyaya Lubnanê.

Heger Moskova hejmareke mezin ji şandeyên Lubnanê û ji wan şandeya Hizbullah bi serkêşiya Mihemed Raed pêşwazî kiribe ew ê dê nîqaşên xwe dewam bike û vê carê bi hevdîtina hevalbndê yekemîn li Lubananê Seid El-Herîrî.

Li gorî agahiyan, daîreyên Rojhilata Navîn di wezerata karên derve ya Rûsyayê de dane, amadariyên serdana El-Herîrî ji Moskov re dike. Ew jî dê pir nêz be û dibe ku nîvê destpêkê ji meha Nîsanê be. Lê ev serdan dê tenê ji bo hevdîtina berpirsê rûsî di wezareta Karên derve de be û serokê Rûsyayê Viladimir Putin dê bi El-Herîrî re bicive.

(şx-bx)

ANHA