4 çeteyên ku çek li şaneyên li kampa Holê belav dikirin, hatin girtin

Yekîneyên Antîterorê 4 çeteyên DAIŞ`ê ku çek di nava şaneyên li kampa Holê de belav dikirin, girtin. Ji wan 2 jin in. Xebatên lêgerîna li çekên hatine veşartin dewam dikin.

4 çeteyên ku çek li şaneyên li kampa Holê belav dikirin, hatin girtin
7 nîsan, 2021   06:45
HESEKÊ

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê roja înê bi dawî bû û operasyonên taybet ên Yekîneyên Antîterorê (YAT) li kampa Holê li ser mikurhatinên çeteyên ku di operasyonê de hatine girtin, dewam dikin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 28`ê Adara borî de Operasyona Mirovî û Ewlehiyê dabû destpêkirin û piştî 5 rojan di 2`yê Nîsanê de qonaxa yekemîn a operasyonê bi dawî bûbû.

Yekîneyên Antîterorê şeva din saet saet di 01.00’an de li beşên 1, 3, 5 û 7`emîn ên kampê 11 operasyonên serdegirtinê pêk anîn.

Di encama operasyonan de  4 çeteyên şaneyên DAIŞ`ê li kampa Holê hatin girtin, ji wan 2 jin in û bi navên “Um Hacer” û “Um Mistefa” tên nasîn. Wan çeteyan çek di navbera şaneyên li kampê de belav dikirin.

Fermandarên Yekîneyên Antîterorê ragihand ku her ku agahiyên nû bi dest wan bikevin dê operasyonên li kampê dewam bikin. Her wiha daxuyand ku operasyon girêdayî lêpirsînên ku hîna bi çeteyan re berdewam dikin, pêk tên.

Operasyon heta ku cihên veşartina çekan tên dîtin ku çeteyan ji bo kuştina şêniyên kampê bi kar dianîn, dê dewam bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh jî di operasyonên yekîneyan de 6 çete hatibûn girtin, ji wan 2 jinên DAIŞ`î bûn ku di dîwana “El-Hesbê” ya li kampê de kar dikir.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YLSoI81tg60" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>